Kûzikeke pir dîrokî hate dîtin

0
1093

Li gor gotina rêveberê cîh û warên dîrokê yê bajarê Sunqur û Kulyayî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê, li girê Nadî Elîbeg kûzikek hatiye dîtin ku dîroka wê vedigere bo heft hezar sal berî naha.

Dariuş fermanî ragehandiye ku: ‘’Ew kûzika dîrokî yek ji tiştên dîrokî yê pir kêm hatî bidestxistin a bi navê Dalma ye ku ya serdema heft hezar sal berî zayînê ye û li girê Nadî Elîbeg a Sunqur û Kulyayî hatiye dîtin.’’

Bi wateyeke din ew asewarê dîrokî vedigere bo serdema Mis a dema kevir, ku zanyariyên bêhtir di derbarê Dalma de dide.

Girê Nadî Elîbeg li başûrê rojhilatê bajarê Sunqur û Kulyayî ye û ji ber çêkirina bendavê li ser robarê Camîşan û metirsiya xirabûnê li sere, lê lêkolîn û kontrol li wan deveran destpê kiriye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.