Li Jawero ya Merîwanê çalakekî medenî hate binçavkirin

0
868

Hêzên ewlekariyê ên Komara Îslamî ya Îranê li herêma Jawero ya ser bi Merîwanê, roja Çarşemî berwarê 29’ê Befranbara 1395’an a Rojî, biser mala hemwelatiyekî Kurd, bi navê “Sîrwan Gulzarî” de li gundê Ewêhengê girtin, û piştî pişkinîn û têkdana kelûpel û alawên nava mal de, navbirî destbiser û bi ciheke nediyar veguhaztin.

Çavkaniyekî haydar li gundê Ewêhengê ji Rojikurd axovî, û ragehan ku, hêzên ewlekariyê bi du tirûmbêlan û bi bê îzna dadgehê û nîşandana tu belgeyekî, daketine nava mala Sîrwan Gulzarî de û navbirî bo cihekî nediyar veguhaztine.

Hatiye ragehandin ku ev kiryara û riftara hêzên ewlekariyê bûye sedema tirsan û têkçûna rewşa deronî ya malbat û jin û zarokên Sîrwan Gulzarî û heya niha jî malbata wî, serbarê hewlên zêde û berdewam, tu zaniyariyek ji qedera kurê xwe bidest nexistine.

Çavkaniyên curbicur li herêma Jawero û gundê Ewêhengê eşkere dikin ku, navbirî bi salan e ku li Jawero û gundê xwe de, di warên werziş û jîngehparêzî û zimanê Kurdî de çalakiyên curbicur dimeşîne.

Çavkaniyekî ji gundê Ewêhengê ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Ajansa Kurdpayê re eşkere kir ku, Sîrwn kesatiyekî naskirî û cihê rêzê yê xelkê Ewêheng û herêma Jaweroyê ye, ku bi awayekî berdewam xelk bona encamdana çalakiyên werzişî û xweparastina jî madeyên hişber û hevdem parastina jingeha Kurdistanê û perwerdeya zimanê Kurdî han dida.

Malbata navbirî eva jî eşkere kirin ku, heyamekî berî niha bi sedema bûyerekî, piyê Sîrwan bi tundê hatiye şikestin û jê re pilatîn hatiye danîn û di bin çavedêriyên hûr ên pizişkî de ye, lewra destbiserkirin û bêreûşûnkirina wî, bi vî rengî, nîgeraniya malabata navbirî çend hemberî zêde kiriye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.