Tehran…Çendîn term li bin binayaya hilweşiyayî de hatine derxistin

0
659

Heta niha li gor agahiyan, zêdetir li 100 kesan  birîndaran bûne

Duh awahiyeke mezin a barzirganiyê bi navê Plasko di baraza Tehranê de agir girtibû û hilweşiyabû lê heta niha jî  termê karmendên agirkuj li bin kavilên bînayê de nehatine derxistin.

LI gor gotina Serokê şaredariya Terhranê, Mihemed Baqir Qalîbaf nêzîkî 20 termên karmendê agirkuj heta niha nehatine dîtin û hewla gehiştin bi wan termane gelek zehmete û heta niha jî çend tunel jî lêdane lê belê nekarîne termên karmendan peyda bikin.

Lı gor daxuyaniya berdewkê tîmên qeyrana şaredariya Tehranê hêşta alavên agir li bin bînayê de bilind dibin û bi sedema pileya zêde a germayê  tê çaverêkirin hemû ew kesenên ku li bin bînayê de mane jiyana xwe ji dest dabin.

Tîmên hawarçûnê û agirkuj dibêjin ku herî kêm 3 roj ji bo rakiria asin û dar û paşmayên binayê pêwîste.

Şaredariya Tehranê û jêderên pijîşkî behsa vê yekê dikin ku pitir ji 100 kes birîndar bûne û nêzîkî 30 kesan jî jiyana xwe ji dest dane ku hejmara herî zîde ya karmendên agirvermirandinê ne û heta niha termê 4 kesan hatiye derxistin û tê gotin ku çand malbatekî din gotine ku kesûkarên wan nediyarin.

Wezareta navxwe ya Îraqnê ji bo rêzgiritin li kuştiyên vê bûyerê sibê roja şemiyê wek roja şînê îlankirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.