Li Tehranê awahiyeke mezin a bazirganî hilweşiya

0
656

Awahiya bazirganî ya Plasko li Tehranê ku awahiyeke 15 tebeqe îro serê sibê demjimêr 08:00ê de agir berbûyê û ji ber agir nehate kontrol kirin bi temamî hilweşiya.

Her çend 200 saziyên agirkuj û bi sedan kes mijûlê kontrol kirina agir jî bûn, awahiya Plasko ya Tehranê, hilweşiya û ziyaneke madî yê zêde derkete holê.

Herwaha hat gotin, piştî hilweşandina awahiyê xelk û karker ji awahiyê hatine dûrxistin, lê di dema hilweşandinê de 30 kes birîndar bûne.

Herwaha tê gotin, ji ber qerebalixî û kombûna xelkê pir zêde bûye, kontrol kirina agir ne pêkanbûye.

Awahiya Plasko ya Tehranê di çar rêya Firdewsî ya Tehranê bû, berê şoreşa îslamî ya Îranê ji aliyê Hebîbulla Elqanyan ê xwediyê şîrketa plastik ve hatibû çêkirin û piştre ji aliyê rêxistina Hejar û bi serpereştiya Îranê ve dest li ser hatibû danîn û xwediyê wê ku serokê Encûmena kelîmî ango keldaniyên Tehranê bû, piştî şoreşa îslamî ya Îranê hate darve kirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.