17 zarok li girtîgehan de cezayê darve kirinê li ser wan e!

0
682

Komîseriya Netewên Yekbûyî ya bilind a mafê mirov daxwaz kir cezayê wî ciwanê kurd pêkneyê.

Li gor raporta malpera mafê mirov li Kurdistana rojhilat 17 zarok û ciwanên kurd li girtîgehan de ji aliyê saziya dadrêsiya Îranê ve cezayê dervekirinê li wan hatiye birîn.

Komîseriya bilind a mafê mirov a rêxistina Netewên Yekbûyî daxwaz ji berpirsên Îranê kiriye ku cezayê darvekirina ciwaneke kurd ê bi navê Secad Sincerî bê hilweşandin.

Li gor raporta malpera Hengaw gotûbêjê komîseriya bilind a rêxistina Netewên Yekbûyî Robert Kloyl di rûniştineke rêxistinê ya 17.01.2017ê li Cenevrê pêkhat de, daxwaza hilweşandina cezayê darve kirina Secad Sincerî kiriye.

Ew ciwanê kurd xelkê Kirmaşane û di sala 2011ê de bi çekê sar ago bi kêrê hemwelatiyekî ku xwestibû destdirêjî li ser wî bike kuştibû û ji aliyê dadgehê ve bi awayeke veşartî cezayê darvekirinê lê hatibû birîn.

Sincerî di sala 1393 ango 2014ê de carekedin hate dadgeh kirin, lê dadgeha tewanên Kirmaşanê carekedin cezayê darve kirinê pejirand û tê hêvîkirin ku ew ceza demek nêz de pêkbê.

Herwaha li gor amarên tomar kirî li navenda amarên Hengaw de naha herî kêm 17 ciwanên kurd di girtîgehên Îranê de li benda birêveçûna cezayê xwe yê darve kirinê ne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.