Li Amedê teqînek pêk hat

0
813

Îro demjimêr 16.30 deqîqeyan de teqînek li nêzîkî zanîngeha Dicleyê ya bajarê Amedê pêk hat û di encamê de 3 polîs hatin kuştin û 3 polîs jî birîndar bûn.

Li gor agahiyan bombeya çandî di dema derbasbûna wesayiteke polîsan de hatiye teqandin û di encamê de hata niha 3 polîsan jiyana xwe ji dest dane û 3 polîs jî birîndar bûne.

Piştî teqînê hejmarek ambulans li gel tîmên hawarhatinê ber bi şûna bûyerê ve çûne û hêzên ewlehî jî di deverê de ketine amadebaşiyê de û dest bi rêkarên ewlehî kirine.

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.