Sekreterê giştî yê HDKê Xalid Ezîzî dest ji sekreteriya partiyê berda

0
774

Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistanê (HDK) ya Kurdistana Rojhilat Xalid Ezîzî dest ji sekreteriya partiyê berda.

Rêveberêya HDKê îro civiya û di civînê de îstifaya serkreterê partiyê Xalid Ezîzî, ku mehekê beriya niha pêşkêşî rêveberiya partiyê kiribû, hat pesendkirin.

Di civîna îro de tê pêşbînîkirin ku sekreterekî nû bo HDKê were hilbijartin.

Tê gotin ku endamê Komîteya Navendî û kurê Ebdullah Hesenzade, Aso Hesenzade û cîgirê sekreterê HDKê Mistefa Mewlûdî bo sekreteriya nû ya partiyê namzed in.

Xalid Ezîzî par di kongreya 16 ya HDKê de bibû sekreterê giştî yê HDKê.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.