Rêkxirawên Çavdêr a Mafê Mirovan: “Dezgeha Dadweriyê û hêzên ewlehiyê ji dadperweriyê re astenga sereke ne”

0
663

Rêxistina Çavdêr ya Mafê Mirovan roja Pêncşemiyê raporek belav kir, ku di sala 2016 an mafê esasê yê mirovan bi taybetî mafê azadiyê di Îranê de hetiye bin pêkirin.

Li gor raporên belavbûyî, Sara lî Vîston rêveberê Malpera Rêxistina Çavdêr ya Mafê Mirovan di derheqê Îranê de gotiye: “Hêzên ewlehiyê û Dezgeha Dadweriyê astengên sereke ne, ku nahêlin di Îranê de dadperwerî çêbibe.

Sara Lî Vîston di dirêjiya gotinên xwe de gotiye: “Lewazkirina azadiyê û nenaskirina maf ji hemwelatiyan re nîşaneya bê baweriya dewletê ye, û nîşan dide ku ev nikarin bi awayekî baş hikûmetê bi rê ve bibin”.

Herwiha di vê raporê de di derbarê Îranê de hatiye ku: “Eva sê sal in Hesen Rohanî serokomar e, wî gellek qewl dabûn, lê belê heyanî niha bi tu awayî ne qewlên xwe bi cîh anîne, û rêz ji xelkê sivîl û siyasî re girtiye”.

Rêxistina Çavdêr ya Mafê Mirovan dibêje: “Di sala 2016an de heyanî niha rejîma Îranê 203 kes îdam kirine, û hindek çavkanî dibêjin ku hjmara kesên hatine îdamkirin 437 kes in”.

Vê rêxistinê daye zanîn ku, rejîma Îranê di girtîgehan de girtiyan îşkence dike, û girtî di dema lêpirsînê de ji girtina parêzer bê parin.

Hêjayî basê ye ku rejîma Îranê ji azadiya heyî re dibe asteng, û gellek rojnamevan, nivîskar û çalakên çapemeniyan destbiser kirine.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.