Girtiyê kurd, yê ku devê xwe dirûtibû, birin nexweşxanê

0
669

Ew girtiyê kurd, yê ku devê xwe dirûtibû, ji ber têkçûna rewşa tenduristiya wî, birin nexweşxanê.

Girtiyekî kurd bi navê Seîd Şêrzad, ku di girtîgeha Recayî ya bajarê Kerecê de ye û 38 roj in devê xwe dirûtiye, duh di girtîgehê de rewşa tenduristiya wî xirab bû ji ber wê jî ji girtîgehê derxistin û li nexweşxaneya Îmam Xumênî ya Tehranê razandin.

Çend roj berê jî rewşa wî girtiyê kurd xirab bibû lê di nexweşxaneya girtîgehê de hatibû dermankirin.

Seîd Şêrzad li dijî reftarên berpirsên girtîgehê devê xwe dirûtiye û dibêje, heta daxwaziyên wî neyên bicîhanîn, devê xwe venake.

Seîd Şêrzad xelkê bajarê Kirmaşanê yê Kurdistana Rojhilat e ku sala 2014 ji ber çalakiyên xwe yên di warê parastina mafên zarokan de hatibû girtin û bi 5 sal cezayê zîndanê hatibû mehkûmkirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.