Serokê Giştî yê Partiya Kutdistanî (PAKURD) Îbrahîm Xelîl Baran ji aliyê polîsên Tirkiyê ve hat girtin.
Hêzên polîs îro li navçeya Pirsûsê (Sirûç) a Rihayê ketin mala Serokê Giştî yê PAKURDê Îbrahîm Xelîl Baran û ew desteser kirin.
Îbrahîm Xelîl Baran li ser Twittera xwe belav kiriye ku “Polîs niha li mala min lêgerînê dikin û dê min desteser bikin.”
Nayê zanîn çima Serokê Giştî yê PAKURDê hatiye girtin. PAKURD nêzîkî partiyên PAK, HAKPAR, Hereketa Azadî û PDKa Bakûr e.