5 dîplomatên Îmaratê li Efxanistanê hatin kuştin, balyoz jî birîndar bû!

0
722

Hikûmeta Îmaratê ragihand, 5 dîplomatên wan li Efxanistanê hatine kuştin.

Duh bi şev li bajarê Qendihar ê Efxanistanê, bi tevlîbûna balyozê Îmaratê yê Kabilê û gelek dîplomat û rayedarên Efxanistan û Îmaratê, merasima vekirina pirojeyekê hat lidarxistin.

Piştî merasimê û di dema şîvxwarinê de, teqînek qewimî. Di encama teqînê de gelek kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Hikûmeta Îmaratê îro ragihand, di wê bûyerê de balyozê Îmaratê birîndar bûye û 5 dîplomatên ku bi wî re çûbûn Qendiharê, hatine kuştin.

Ji aliyekî din, rayedarên Efxanistanê jî ragihandin, di wê teqînê de 5 Efxanî hatine kuştin ku yek ji wan dîplomat, yek parlamenter, yek encamê encumena wilayeta Qendiharê bûye û 2 kesên din jî heta niha nehatine naskirin.

Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de 16 kes jî birîndar bûne. Hikûmeta Efxanistanê teqîn avêtibû stûyê Taliban lê Taliban ragihandiye, teqîn ji aliyê wan ve nehatiye kirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.