Termê ciwanekî li deşta Dêleziyana Soranê hat dîtin

0
690

Êvara îro termê ciwanekê niştecîhê Soranê bi navê Peyman Hemedemîn Îsazade li deşta Dêleziyanê hat dîtin û polîs jî eşkere dike ku ti şûna îşkence û lêdanê û fîşekê li ser laşê wî ciwanî diyar nîne.

ev ciwane niştecîhê taxa Azadî yaSoranê ye. Bi esil xelkê Kurdistana rojhilate û li dayîkbûyî sala 1992 ye.  Herwaha ev ciwane endamê HDK(Hizba Demokrata Kurdistan) bûye.

Berdevkê polîsê Soranê vê yekê jî eşkere dike ku piştî ku agahî gehiştine me tîmê me çûnê şûna bûyerê û li gor gotina malbata wî  li duh êvarê ve kurê wan winda bûye.

Babê wî jî, ji bo polîsên Soranê ragehandiye ku wî ti arîşeyê li gel ti kesekê de nebûne û heta niha jî sedema mirina kurê xwe nazanin.

Wî berpirsî herwaha diyar kir ku ti şûnên îşkencê û lêdan û fîşekê li ser bedena wî nehatiye dîtin û termê wî kesî ji bo lêkolînê  bo bijîşkê dadê Soranê hatiye şandin li wê derê jî term ji bo bijîşkê dada Hewlêrê hatiye şandin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.