Cezaya îdama hemwelatiyekî Kurd li Bajarê “Reşt”ê hate cîbicîkirin

0
663

Di nivîiya vê heyvê de hemwelatiyekî bajarê Bokanê bi navê “Mihemmed Zêberdest” kurê Rahman, di girtîgeha nawendî a bajarê Raştê de hate bidarvekirin.

Mihemmed Zêberdest 5 salan berî niha bi tometa bazirganiya bi madeyên hişber bi cezaya Îdamê hatibû mehkûmkirin.

Malpera Mafê Mirovan a Îranê di raporekî de ragehand ku, Mihemmed xelkê gundê “Eliyava” a ser bi bajarê Bokanê bû ku digel babê xwe parêzerê deriyê xwendingeha “Se’dî” li bajarê Reştê bûn.

Tê texmînkirin ku hejmarek din ji hemwelatiyên Îranê digel Mihemed Zêberdest di girtîgeha “Lakan” a bajarê Reştê de hatibin bidarvekirin, lê heya niha ragehandinên hikûmetî tu nûçeyek di vê derheqê de belav nekirine.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.