Komeleya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi biryara Wezareta Karên Hundirîn hate girtin, deriyê saziyê nîvê şevê ji hêla polîsan ve hate şikandin, piştî ku hin tiştên di hundirû de hatin desteserkirin,derî hate mohrkirin.
Em vê êrîşa nehiqûqî bi tundî şermezar dikin Em wekî endam û rêveberên Komeleya Enstîtuya Kurdî didin zanîn ku em ê tu caran pênûsa Ehmedê Xanî, Apê Mûsa, Apê Feqî, Mele Îsmet, Mele Kerem, Mele Celalettîn Yoyler, Cemşîd Bender, Mele Abdurrahman Durre û Huseyîn Denîz li erdê nahêlin.
Enstîtuya Kurdî ji sala 1992’yan bi vir de di warê ziman, wêje û dîroka kurdî de xebatên lêkolînî dike, heta niha bi dehan berhem di vî warî de amade kirine, di warê parastin û pêşvebirina zimanê kurdî de têkoşîneke bêhempa daye meşandin. Ji niha pê ve jî dê ev têkoşîn bidome.
Enstîtuya Kurdî berî sala 2006’an xebatên xwe di bin banê şîrketên cur bi cur de dimeşand. Niha ev komele hate girtin, lê Enstîtuya Kurdî berî avabûna komeleyê jî hebû û dê piştî wê jî bi awayekî xebatên xwe bidomîne.
Li aliyê din Weşanên Enstîtuya Kurdî wekî weşanxane xebatên xwe di bin banê Şîrketa Zend Bilim.