Rojhilat – Li Ormiyê di nav 8 mehan de zêdetirî 500 kes di bûyerên tirafîkê de mirine

0
1093

Li eyaleta Ormiyê ya Kurdistana Rojhilat, di heyama 8 mehan de zêdetirî 500 kes di bûyerên tirafîkê de mirin, bi hezaran kes jî birîndar bûne.

Rêveberê giştî yê bijîşkiya qanûnî ya Ormiyê ragihandiye, ji Newroza îsal ve heta niha 526 kes ji ber bûyerên tirafîkê mirine û zêdetirî 8 hezar kes jî birîndar bûne.

Wî rayedarê eyaleta Ormiyê daye zanîn ku rêjeya mirinê di bûyerên tirafîkê yên îsal de li gorî par, %18 zêde bûye.

Li gorî agahiyên rêveberê giştî yê bijîşkiya qanûniya Ormiyê, herî zêde li Ormiyê welatî di bûyerên tirafîkê de mirine çimkî di nav 8 mehan de 111 kes li Ormiyê mirine.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.