Rewşa girtiyên di girevê de li Îranê ne baş e

0
636

Malpera “Hirana” yê di raporekî de belav kir ku girtiyê siyasî “Areş Sadiqî” di rewşekî ne baş de ye, û bi sedema têkçûna rewşa saxlemyê, navbirî bo nexweşxaneyê hatiye veguhaztin.

Vê malperê eşkere kir ku bi sedema dilkutok û tenge nefesiyî û dabezîna asata zexta xwînê û herweha verêşiyana xwînê, Areş Sadêqî bo nexweşxaneya Taliqaniyê hatiye veguhaztin.

Areş Sadiqî ku xwendekarekî ji xwendinê bêpar kirî û girtiyekî siyasî ye, heyamê 64 rojane ku daketiye nava gireva birçînûnê de.

Areş Sadiqî yê girtiyê siyasî, bi nîşaneya nerazîbûna xwe seba destbiserkirina hevjîna xwe, dest avêtiye gireva birçîbûnê û eva heyamê 64 rojane ku di nava girevê de ye.

Wê di nameyekî vekirî de nivîsandiye ku, “Di vê qada neberaber de, take darayîya jiyana min canê min e, lewra heya dawiya jiyana xwe, ezê di pêxema bidestxistina mafên rewa ên hevjîna xwe, bisekinim”.

Golrox Îbrahîmî yê hevjîna Areş Sadiqî bi tometa “Teblîx li dijî Nizam ê û herweha bêrêziya bi pîroziyan” bi 6 sal hebsê hatiye cezakirin.

Rêkxistina lêborîna navnetewî di raporekî de nivîsanidye ku Golrox Êbrahîmî bi sedema nivîsandina çîrokekî ku hêj nehatiye çap û belavkirin, hatiye dadgehîkirin.

Rewşa xirab a saxlemiya Areş Sadêqî û herweha daxwaza serbestberdana Golrox Îbrahîmî, boye sedem ku di torên civakî de pêleke berfireh ya nerazbîbûnê di navxwe û derveyî Îranê de serî hilde.

Eva di demekî de ye ku di gelek girtîgehên din ên Îranê de jî, çendîn girtî daketine nava girevê de.

Mortêza Moradpûr jî tenê rojekî piştî Areş Sadêqî li girtîgeha Tewrêzê, daketiye nava gireva birçîbûnê de, û herweha rewşa Elî Şerî’etî yê girtiyê siyasî jî, piştî 58 rojan destberdan ji xwarinê, ne baş hatiye ragehandin.

Hevdem Se’îd Şêrzad li girtîgeha bajarê Kerecê û Hesen Restgar li girtîgeha nawendî ya bajarê Urmiyê jî, niha di nava gireva birçîbûnê de ne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.