Yasadanerên Amerîkayê: Îran pereyên ku ji Amerîkayê distîne ji terorîzmê xeric dike

0
729

Hejmarek ji yasadanerên Amerîkayê ragehandin ku, rejîma Îranê wan pereyên ku di encama lihevkirina etomî de ji Amerîkayê werdigire, bona berfirehkirina operasiyonên xwe li herêmê û piştevaniya ji terorîzmê di Sûriye û Yemen û Îraqê de xerc dike.

Jiniral Cozêf Danford ê Serok Erkanê Hêzên Çekdar ên Amerîkayê jî, di vê derheqê de ragehand ku, “Hemû ne, lê beşek ji wan pereyan ji aliyê rejîma Îslamî ya Îranê bona kirîna çek û teqemeniyan hatiye bikaranîn”.

Cozêf Danford herweha eşkere kir ku rejîma Îranê bi lez ber bi bihêzkirina Maşîna Leşkirî ya xwe diçe û eva jî bo Amerîka û hevalbendên wê di herêmê de cihê nîgeraniyê ye.

Serok Erkanê Hêzên Çekdar ên Amerîkayê herweha dibêje ku, “Rejîma Îranê berdewam hewla bidestxistina sîtemên nû ên mûşekî û herweha nûkirina alavên xwe ên leşkirî, bitaybet balafir û zîrderyayîyan dide”.

Eva di demekî de ne ku nûnerên kongireya Amerîkayê mijûlî berhevkirina gelaleyekî ne ku, bi sedema piştevaniya rejîma Îranê ji terorîzmê û binpêkirina mafê mirovan û herweha perepêdana sîstema mûşekî, wê tehrîm û dorpêçên nû bixe ser rejîma Îranê.

Kurdistanmedia

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.