Hemwelatiyekî Kurd li ber cave xelkê hate îdamkirin

0
844

Berpirsên ewlehiya bajarê Îlamê hukmê îdama girtiyeke Kurd li ber cave xelkê cî bi cî kir. 

roja Pêncşemiyê 2’ê Berfenbarê, girtiyekî Kurd li ser çarraha naskirî bi “muqawimet” a bajarê Îlamê hate darvekirin.

Hukmê vî girtiyî li ber cavê xelkê, hatiye encamdayîn.
Dezgeha Qezayî ya Hukûmeta Îslamiya Îranê di sala 1393’an de, navbirî bi encamdana çend tawanan, bi taybetî tawana destdirêjiyê mehkûm kiribû.

Nûçegihaniya “ÎSNA”yê bêyî îşarekirina bi nasnameya vî hemwelatiyê Îlamê, nûçeya bidarvekirina vî hemwelatiyê Kurd weşandiye.

Eva di halekê de ye ku, agahiyên ku di derheqê pêşwaziya xelkê ji birêvebirina hukmê îdama wî kesî belav bûne, digel wêneyên ku belav bûne tu pêwendiyeke wan bi hev re nîne.

Çalakên mafê mirovan di derheqê wan cure darvekirinan de hişdarî dane.

Bicîhanîna sizayê darvekirinê li ber cavê xelkê, di dinyayê de gellek kêm heye, û tenê di du welatên weke Îran û Erebistanê de, bi wê rêbazî ew sizaye tê cî bi cî kirin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.