Îran – Zilamekî bi tivingê êrişî mala xezûrê xwe kir

0
743

Li bajarê Kirman ê Îranê, zilamekî mala xezûrê xwe da ber guleyan û 10 kes kuşt.

Li gorî medyaya Îranê, pêr (22 vê mehê) li gundekî bajarê Kirmanê yê Îranê, zilamekî (26 salî) bi tivingê êrişî mala xezûrê xwe kir û xezûrê xwe, xesiya xwe û 8 endamên din ên wê malbatê kuşt.

Hat gotin ku di wê bûyerê de 5 kes jî birîndar bûne û 3 kesên ku hatine kuştin jin û 2 jî zarok bûne.

Polîsê Kirmanê gotiye, ew bûyer ji ber nakokiyên malbatî qewimiye çimkî dema xezûrê zilam dîtiye zavê wî bi keça wî re baş nîne, xwastiye telaqê keça xwe jê bistîne lê zavê wî bi tivingê bersiva wî daye.

Tê gotin ku heta niha tohmetbar nehatiye girtin û îhtimala wê heye ji Îranê derketibe.Kirman dikeve başûrê rojhilatê Îranê.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.