LÊKOLÎNEKE KURT LI SER RÊZIMANA ZARAVAYÊ KELHURÎ

0
1030

 

Umîd Demîrhan

Hisên Belede 

 

 

Pêşek 

Îro zaravayê kelhurî li herêmên Kirmaşan, Îlam, û Xaneqînê tê axaftin û gelheya axivgeran digihêje 2 milyonan; lê mixabin hetanî niha ji aliyê kurmancan ve xebatên kûr li ser rêziman, çand û kelepora kelhuran nehatiye kirin. Em ê bi riya rêzegotarekê vê zaravayê û axivgerên wê bidin naskirin. Heta ji destê me bê em ê bi nimûneyan rêziman, çand û kelepora kelhuriyan raxine ber nîqaşan; zengîniya zimanê kurdî ya di zaravayan de heyî derxin holê.

 

  1. Dengnasî

 

Alfabe:

Kelhur -çi bi alfabeya aramî be çi bi alfabeya latînî be- alfabeya kurdî ya standard bi kar tînin. Ligel 31 tîpên alfabeya latînî, du pevdengên wan jî hene:  û ng.

Di zaravayê kelhurî de dengê /u/yê jî gelekî kêm e û ev her du deng an wekî /û/yê an wekî /i/yê û an jî wekî /wi/yê tên bilêvkirin. Carinan li şûna dengê /u/yê /wi/yê dinivîsin û ev ne pevdengek e. Piraniya kelhuran dibêje // kwir (kur), gwirg (gurg/gur), kwird (kurd) // û her wisa jî dinivîse. Li gorî deveran ev rewş diguhere; lêbelê bi alfabeya aramî her du bilêvkirin jî bi heman şêweyê tên nivîsandin. Wekî mînak: Xuda / Xwida / خودا (Xweda), kur / kwir / کور (kur), gurg / gwirg / گورگ(gur) … Lê bi awayekî gelemperî peyvên Kurd û Kurdistanê wekî kurmancan dinivîsin.

Di zaravayê kelhurî de dengê /o/yê nîn e an jî gelekî kêm e. Lewre peyvên mînanî /kor/ û /zor/ wekî /kûr/ û /zûr/ tên bilêvkirin. Lêbelê wekî pêwistiyekê gava peyv biyanî bin an jî bi zaravayên kurdî yên din bin tîpa /o/yê tê bikaranîn. Lewre ji bo rewşên awarte tîpa /o/yê di alfabeyê de heye.

Her wiha pevdenga /wî/yê tenê di alfabeya standard de tê bikaranîn û ev pevdeng di axaftina rojane de dengê /ü/ya almanî dide. Wekî xwîn (xün), mwî (mü), dwî (dü) …Carinan jî pevdenga /wî/yê radikin û li şûna wê rasterast tîpa /ü/yê dinivîsin.

Pevdenga /ng/ tenê di alfabeya standard de tê bikaranîn û di axaftina rojane de dengê /nğ/ya tirkî dide. Wekî nimûne: manga (manğa), mang (manğ), reng (renğ), deng (denğ) …

 

Tîp: a, b, c, ç, d, e, ê, f, g, h, i, î, j, k, l, m, n, o, p, q, r, s, ş, t, u, û, v, w, x, y, z.

Tîpên dengdar: b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, y, z.

Tîpên dengdêr: a, e, ê, i, î, o, u, û.

Pevdeng:  û ng.

 

tîp (deng) mînaka kelhurî wateya kurmancî
A a Agir agir
B b Bira bira
C c Camek awêne
Ç ç Çîlê êzing
D d Der derî
E e Ewr ewr
Ê ê êware / êre / êllax êvar / vir / sermiyan
F f Fere zor, gelek
G g gizê, genim gêzîk, genim
H h Hisare stêrk
I i Irmês rondik
Î î Îlam Îlam
J j Jin jin
K k Karger karker
L & LL / l & ll lêw, mall lêv, mal
M m Mamir mirîşk
N n Nan nan
O o Oremar Oremar
P p Pa
Q q qise kirdin, qwil axaftin, ling
R & RR / r & rr mar, rrûj mar, roj
S s Sêf Sêv
Ş ş Şew Şev
T t têj, tew tûj, ta
U u (WI wi) Gurg/gwirg, tu/twi, qul/qwil gur, tu, ling
Û u Rûj roj
V v vînge, vê ving (deng), bî (dar)
W w wa, waran, wefr ba, baran, berf
X x Xwirma xurme
Y y Yar,  yek yar, yek
Z z zerd, zwî zer, zû

 

WÎ wî Xwîn xwîn
NG ng Manga çêlek

 

2. Peyvnasî:

 

2.a. Navdêr

Di zaravayê kelhurî de wekî zaravayê soranî zayend (cinsiyet) nemaye.

 

2.a. 1. Navdêrên nas û nenas (merîfe û nekire)

 

navdêra nas kelhurî (yekjimar) navdêra nas kurmancî (yekjimar)
malêge kwiregeMin kwirege dîm.

Kwirege nîştêye bawgege kar ked.

Minalege hatiye.

Jinege hatiye.

mal kurikMin kurik dît.

Kurik rûniştiye, bav dixebite.

Zarok hatiye.

Jin hatiye.

 

navdêra nenas kelhurî (yekjimar) navdêra nenas kurmancî (yekjimar)
malêg kwirêgMin kwirêg dîm.

Jinêg hatiye.

malek kurikekMin kurikek dît.

Jinek hatiye.

 

2.a. 2. Navdêrên yekjimar û pirjimar (mufred û cem)

 

navdêra kelhurî pirjimar (nas) navdêra kurmancî pirjimar (nas)
kuregan – kureylMinalegan pencerege şikanine.Minaleyl hatine.

Minalegan hatnine, min ewan nasim.

Jineyl / jinegan dilingegan şûrdine.

zarokanZarokan pencere şkandiye.Zarok hatine.

Zarok hatine, ez wan nas dikim.

Jinan kinc şûştine.

 

navdêra kelhurî pirjimar (nenas) navdêra kurmancî pirjimar (nenas)
MinaleylêgMinaleylêg hatnine.Minaleylêg hatnine, welê min ewan nyenasim.

Jineylêg diling şûrin û min nyenasiman.

zarokinZarokin hatine.Zarokin hatine, lê ez wan nas nakim.

 

Jinin kincan dişon û ez wan nas nakim.

 

Ravek (Izafe)

Di kelhuriyê de gava peyv bi tîpeke dengdar biqede -ji ber ku zayend nîn e- her tim bi tîpa /-i/yê tê girêdan. Wekî nimûne:

 

raveka kelhurî raveka kurmancî
malli min malli dür mala minmala dûr

Gava peyv bi tîpeke dengdêr biqede jî rewş wiha ye:

a – y

biray min birayê min

e – y

êwarey min êvara min

î -yi

çîlîyi min êzingê min

û -wi

xallûwi min xalê min

ü -wi

müwi min porê min

raveka zincîrîn

desi çepim abadî ewsaynegeyandüeti rengîni ciwan destê min ê çepê gundê wan ê berêkeça bedew a ciwan

ravek bi peyvên pirjimar

düeteyli îmeçeweyli syeçeweyli sye û gewra

minalleyli îme çine medrese.

keçên meçavên reşçavên reş û mezin

Zarokên me diçin dibistanê.

ravek bi peyvên nenas (yekjimar)

kwiri xasi ciwanêgdüeti ciwani xwênewarêg kurekî baş î ciwankeçeke ciwan a xwenda

ravek bi peyvên nenas (pirjimar)

ayemeyli nenasêgminalleyli qeşmerêg şîşey îme şikanine. mirovine nenasZarokine qeşmer cama me şikandine.

 

2.b. Cînavk (Zemîr)

Di kelhuriyê tenê cureyekî cînavkan heye.

yekjimar

mi / min, ti / tu, ewMin hatim, tu çîd û ew xeft ez, tu, ewEz hatim, tu çûyî û ew razan.

pirjimar

îme, êwe, ewanÎme wirsiyîmin, êwe tyeniyîn û ewanîş têrin. em, hûn, ewEm birçî ne, hûn tî ne û ew jî têr in.

 

cînavka vegerok /xwe/ (yekjimar)

xwemxwedxwey ez bi xwetu bi xweew bi xwe

 

cînavka vegerok /xwe/ (pirjimar)

xwemanxwedanxweyan em bi xwehûn bi xweew bi xwe

 

Rengdêr (Sifet)

kewşi syeciwaneyli xasi netirs sola reşciwanên baş ên xurt

 

2.c. Daçek (Edat)

Di kelhuriyê de daçekên sereke /le/ û /we/ ne, her wiha ev daçek peyva li pey xwe natewînin jî. Paşdaçeka /re/yê wekî /a/yeke li dawiya peyvê tê bikaranîn:

 

Min le Kirmaşana hatim iray êre. We gerd ewa çêm.We gerd Hisêna çêm.

We gerd Hisêna çêm.

Ez ji Kirmaşanê hatim vir. Li gel wî çûm.Li gel Husênî çûm.

Bi Husên re çûm.

 

Le mall aw nemaye(nemenêye). Tu le kû hatî?Biye we min!

Le away kesêg nemaye(nemeniye).

Min le Kirmaşana hatim iray êre.

Li malê av nemaye.Tu ji ku hatî?Bi min bide!

Di gund de kesek nemaye.

Ez ji Kirmaşanê hatim vir.

 

Daçekên hevedudanî yên /li ser/, /li ber/ û /li bin/ wekî /le ban/, /le wer/ û /le jêr/ tên bikaranîn. Wekî nimûne:

 

Pişîyege ha le bani daregeMaşînege ha le weri mallegeSêfege ha le jêri darege Pisîk li ser darê ye.Siware (erebe) li ber malê ye.Sêv li bin darê ye.

 

2.d. Baneşan (Nida):

Ji ber ku di kelhuriyê de zayend nemaye ji bo peyva nêrza û mêza heman baneşan tê bikaranîn. Wekî nimûne:

 

JinegepiyageŞêtege

syege

wirsê/ wirsêyege

Jinêmêrodîno / dînê

reşo / reşê

birçiyo / birçiyê

 

Ji bilî vê bikaranîneke din jî heye ku li peyva resen /hay/ tê zêdekirin. Wekî nimûne:

 

Hay wirsê! Lo / lê birçiyo / birçiyê!

 

Di rewşa pirjimariyê de digel /hay/ qertafa pirjimariyê ya /yl/ jî lê tê zêdekirin. Wekî nimûne:

 

Hay syayl!Hay wirsyeyl!Hay düeteyl! Lo reşikno!Lo birçîno!Lo keçikno!

 

2.d. Lêker (Fiil)

 

2.d. 1. Dema borî

 

Min çêm.Tu çîd.Ew çê.

 

Îme çîmin.

êwe çîn.

Ewan çên.

Ez çûm.Tu çûyî.Ew çû.

 

Em çûn.

Hûn çûn.

Ew çûn.

Min neçêm.Tu neçîd.Ew neçê.

 

Îme neçîmin.

êwe neçîn.

Ewan neçên.

Ez neçûm.Tu neçûyî.Ew neçû.

 

Em neçûn.

Hûn neçûn.

Ew neçûn.

 

Min xwardim.Tu xwardî.Ew xward.

 

Îme xwardîmin. / Îme xwardîm.

êwe xwardîn.

Ewan xwardin.

Min xwar.Te xwar.Wî / Wê xwar.

 

Me xwar.

We xwar.

Wan xwar.

Min nexwardim.Tu nexwardî.Ew nexward.

 

 

Îme nexwardîm. / Nexwardîmin.

Êwe nexwardîn.

Ewan nexwardin.

Min nexwar / nexwarin.Te nexwar / nexwarin.Wî nexwar / nexwarin. / Wê nexwar / nexwarin.

 

Me nexwar / nexwarin.

We nexwar / nexwarin.

Wan nexwar / nexwarin.

 

Ji ber ku ergatîvî di kelhuriyê de nemaye kirde, bireser û lêker wekî dema borî tên bikaranîn.

Wekî nimûne:

 

Min sêfege xwardim Min sêfêg xwardim. Min sêv xwar.Min sêvek xwar.
Min qeyrêg sêf xwardim.Min sêfegan xwardim. Min (hin sêv) sêvin xwarin.Min sêv xwarin.

 

2.d. 2. Dema Niha:

 

Min çime şar.Tu çîde şar.Ew çûde şar.

 

Îme çîmine şar.

Êwe çîne şar.

Ewan çine şar.

Ez diçim bajêr.Tu diçî bajêr.Ew diçe bajêr.

 

Em diçin bajêr.

Hûn diçin bajêr.

Ew diçin bajêr.

Min nyeçime şar.Tu nyeçîde şar.Ew nyeçûde şar.

 

Îme nyeçîmine şar.

Êwe nyeçîne şar.

Ewan nyeçine şar.

Ez naçim bajêr.Tu naçî bajêr.Ew naçe bajêr.

 

Em naçin bajêr.

Hûn naçin bajêr.

Ew naçin bajêr.

 

Min xwardemenî xwem.Tu xwardemenî xweyd.Ew xwardemenî xwed.

 

Îme xwardemenî xweym / xweymin.

Êwe xwardemenî xweyn.

Ewan xwardemenî xwen.

 

Ez xwarinê dixwim.Tu xwarinê dixwî.Ew xwarinê dixwin.

 

Em xwarinê dixwin.

Hûn xwarinê dixwin.

Ew xwarinê dixwin.

 

(Min) Xwardemenî nyexwem.(Tu) Xwardemenî nyexwey.(Ew) Xwardemenî nyexwed.

 

(Îme) Xwardemenî nyexweym. / (Îme) Xwardemenî nyexweymin.

(Êwe) Xwardemenî nyexweyn.

(Ewan) Xwardemenî nyexwen.

Ez xwarinê naxwim.Tu xwarinê naxwî.Ew xwarinê naxwe.

 

Em xwarinê naxwin.

 

Hûn xwarinê naxwin.

Ew xwarinê naxwin.

 

2.d. 3. Dema Bê:

Di kelhuriyê de dema bê nemaye û li şûna wê dema niha tê bikaranîn. Wekî nimûne:

 

Min çim ira Kirmaşan. Ez ê biçim Kirmaşanê.

 

2.d. 4. Raweya Fermanî

 

Kelhurî Kurmancî
yekjimar pirjimar Yekjimar pirjimar
Bixwe!Bike! Bixwen!Biken! Bixwe!Bike! Bixwin!Bikin!

Hejmar û hesab 

kurmancî Kelhurî
yek, didu, sisê, çar, pênc, şeş, heft, heşt, neh deh, yanzde, danzde, sêzde, çarde, panzde, şanzde, hevde, heyjde, nozde, bîst, bîst û yeksî, çil, pêncî, şêst, heftê, heştê, nod, nod û neh

sed, desed, sêsed, çarsed, pêncsed, şeşsed, hefsed, heştsed, nehsed

hezar, milyon, milyar …

 

nîv

çarêk

yek û nîv

sisê û çarêkek

yek, du, sê, çwar, penc, şeş, heft, heyşt, nû, da, yanze, diwanze, sênze, çwarde, panze, şanze, hevde, heyjde, nûzde, bîs, bîsi kek/bîs û yek, sî, çil, pencya, şes, hefta, heyşta, newed, newed û nûsed, diwês, sêsed, çwarsed, pansed, şesed, hefsed, heysed, nûsedhezar, milwên, milyard …

 

nîm

çarek

yek û nîm/ yeki nîm

sê û çarekêg

 

Dem û danên rojê 

kurmancî Kelhurî
sibehnîvropiştî nîvro

êvar

şev

roj

hefte

meh

demsal

sal

sedsal

 şewekînîmerûdwîa nîmerû

êware

şew

rûj

hefte

mang

werz

sall

sedsall

 

Alî û bergeh

kurmancî Kelhurî
rojhilat – rojavabakûr – başûrçep – rast

pêş – paş

ser – bin

hevraz – berjêr

 

jêr – jor

dûr – nêzik

hundir – derve

der û dor

rûjhellat – rûjawabakûr – başûrçep – ras

diwa – niwa

ban – xwar

werewjwîerî/serewbanî–serewxwarî/ werewxwarî

jêr – jwîer

dwîr – nizîk

naw – deyşt(der)

dewr û wer/ dewr û pişt

 

Malbat

kurmancî Kelhurî
dêbavkur

keç

xwişk

bira

kek

et

ap

apan

met

xal

xalan

xaltî

kurap – pismam

dotmam

kurmet

dotmet

kurxal

dotxal

kurxaltî

dotxaltî

nevî (kur)

neve (keç)

birazî (kur)

biraza (keç)

xwarza (kur)

xwarzî (keç)

kalik – bapîr

pîrik – dapîr

jinap – amojin

jinxal – xalojin

bûk

zava

xezûr

xwesû

xezûrgelan

jinbira

hevling

hêwî

jinbav

zirbav

destebirak

cîran

malbavan

dalligbawgkwir

dwîet

xweyşk

bira

kak

tatî

memû

memiwan

mîmig

xallû

xaliwan

mîmig

amûza

amûza

mîmiza

mîmiza

xallûza

xallûza

mîmiza

mîmiza

weçerza(kurrerza)

weçerza(dwîeterza)

birarza

birarza

xwarza

xwarza

bapîr

dapîr

memûjin

xallûjin

wewî

zawa

xeswîre

xeswîre

xeswîran

birajin

hawzawa

hew

bawejin

bapiyarre

dûsi gyanî(desebira)

hawsa

bawan

 

Têgihên kubariyê

kurmancî Kelhurî
merhebadembaşrojbaş

beyanî baş

sibeha te / we bi xêr be

êvar baş

êvara te / we bi xêr be

şevbaş

şeva te / we bi xêr be

şeva te / we bimîne xweş

di nava xêr û xweşiyê de bimînî

silav û rêz

sipas

sipasxweş

noşîcan

noşî canê te / we be

şifaya xêrê be

te / we pîroz dikim

cejna te / we pîroz be

li ser çavan

li ser seran

destê te neêşe

çavên te neêşin

Xwedê ji te razî be

Xwedê qebûl bike

Xwedê îmanê bide te / we

Xwedê xêra we qebûl bike

malî ava

ji te /we re quwet be

bi xêr be

bi xêr û xweşî biqetînî (li xwe bikî):

silavan jê re / ji wan re bibêje / bibêjin

bextewar bî

jiya (temenê) te / we dirêj be

bi nasîna te kêfxweş bûm:

 

bi ser çavan re hatî / hatine

bi xêr hatî / hatine

fermo (kerem ke)

sillam ê wextide we xêrrûj we xêr

şewekî we xêr

şewekîyid / şewekîyidan we xêr

êware we xêr

êwared / êwaredan we xêr

şew we xêr

şewid / şewidan we xêr

şewid xweş bû

le naw xêr û xweşî bimînî

sillam û hurmet

sipas

xahiş kem

nûşi gyan

nûşi gyanid / gyanidan bû

Xwida şefad byêd

pîrûzbayî le lîd kem

cejnid / cejnidan mibarik / bimarik bû

we bani çew

we bani ser

desid xweş bû

çewid xweş bû

Xwida le lîd razî bû

Xwida qebûllê bkeêd

Xwida îman byêde pîd / pîdan

Xwida kari xêridan qebûll bkeêd

mall awa

myenê neuîd / manê

we xêr

we xêr û xweşî bikeydeê wer

sillam biresine / biresinine pê / pêan

xweşbext buîd

imir dirîj buîd

xweşall buîm le nasînid/le nasînid xweşall buîm

we xêr bay

we xêr hatîde

biferma

 

WANE 1

 

Merheba!
A Sillam!

Merheba!
B Sillam

A Navê min Azad e, lê navê te çi ye?
A Nawi min Azad e, nawi tu çes?

B Navê min jî Hişyar e. Tu çend salî yî Azad?
Nawi min îş Hişyar e. Tu çen salliede Azad?

Ez bîst û yek salî me, lê tu?
Min bîs û yey salli me, tu çe?

B Ez jî hejde salî me. Tu ji ku yî Azad?
Min îş heyjde sali me. Tu kûreyîd Azad?

A Ez ji Bazîdê me; lê tu?
Min Bazîdî yim; tu çe?

B Ez jî ji Kirmaşanê me. Bazîd li ku derê ye hevalê Azad?
Min îş Kirmaşanî yim. Bazîd ha le kûre Azad? (hawrê Azad)

A Li bakurê Kurdistanê ye, li ber Çiyayê Agiriyê ye. Zanayekî me yî gelekî navdar heye: Mele Mehmûdê Bazîdî.
A Ha le bakûri Kurdistan, ha (le)weri kwîey Agirî. Zanay fire nawdarêg dîrîmin: Mela Mehmûdi Bazîdî.

B Qe berhemên wî hene gelo?
B Aya esereyli ew êrnge hesan?

Belê; Çil Hikyat, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye û Mem û Zîna pexşankî. Ez tenê van berheman dizanim. Zêdetir hebin jî min nedîtine.
Belê; Çil Hikayet, Adat û Rusûmatnameyê Ekradiye û Mem û Zîn we pexşan. Min tenya ê esereyle nasim, firetir îş bûn min neyme.

B Gelekî balkêş e. Kîjan serdemê jiyaye?
B Fire callib e. Le kam serdem jiyas?

A Sedsala 18 û 19an.
Sedeyli 18 û 19

B Ez bi nasîna te gelekî kêfxweş bûm.
B We nasînid fire xweşall bwîm

A Ez jî bi nasîna kurdekî rojhilatî gelekî kêfxweş bûm. Ez dawiyên hefteyan têm serdana Enstîtuya Kurdî, heke dema te hebe fermo were wê derê. Hevalên bakurî dê bi nasîna te kêfxweş bibin. Va ye ev jî karta Enstîtuyê ye. Hemû agehiyên pêwendiyê tê de hene.
A Min îş le nasîni kurdêgi rojhellat fire xweşall buîm. Min axiri hefteyl tyeme serdani Enistîtuwi Kurdî, eger wext daştî biferma bew ira ewre. Hawrêyeyli bakûrî xweşall bûn le nasînid. Iyeyşeme karti Enistîtu we. Giştê agahiyeyli peywendî le nawê hen.

B Sipas. Ez ê teqez werim.
B Sipas. Hetmen tyem

A Sipasxweş, dawiya hefteyê ez ê li benda te bim.
A Xahiş kem, axiri hefte çewerrêdim

Baş e, vê gavê bi xatirê te!
Ta ew wexte binîşe xweş!

Oxir be! Li ser çavan!
A We xêr biçî! Bani çew

 

WANE 2

 

Elo, gelo ew mala Apê Rizgarî ye?

Elew, uaya ewe malli memûwi Rizgar e?

Belê, tu kî yî? Min tu nas nekirî!

Bellê, tu kî yîd? Min tu nenasîm!

Jinapê, ez biraziyê Apê Rizgarî me, Diyarê kurê Berzoyî.

Memûjin, min biray memûwi Rizgar im, Diyari kwiri Berzû.

B Ez Rewşena dotmama te me. Mixabin bavê min ne li malê ye; bisekine, ez telefonê bidim diya xwe.

Min Rewşeni amûzad im. We daxewe bawge le mall nye; bûsye, tilifonege beme dalligim.

Baş e dotmam, sipas!

Başe amûza, desxweş

Sipasxweş, silava min ji diya xwe û xwîşka xwe ya Nazê re bibêje

Xahiş kem, sillamim birresine dalligid û xweyşke Naz.

Li ser çavan!

We ban çew!

(Telefonê datîne ser maseyê û gazî diya xwe dike) Dayê kurapê min ê Diyar li ser xetê ye, pirsa bavê min dike!

(Tilifonege nede ban mêzege û dalligi xwey çirrêd) Dallge amûzam Diyar ha pişti xet, hiwalli bawgim pirsê

Fermo Diyarcan, çawa yî û malbat çawa ye?

Biferma Diyar gyan, çwîn î û binemalle çwîn in?

Baş im jinapê, sipas. Tu çawa yî?

Xas im memûjin, sipas. Tu çwîn î?

Sax bî Diyarcan, em jî baş in. Te xêr e?

Sillamet bay Diyar gyan, îme yş xas îm. Xeyr e?

A Jinapê xwazgîniyên eta min a Nazê hatine. Bavê min dibêje bila kerem ke hetanî malê were!

Memûjin hatinese xwazmenîyi tatî Naz im. Bawgim iwîşêd eger we zametid nyewd bew ta malliman!

C Bila xêr be! Gava êvarê hate malê ez ê jê re bibêjim, bila êvarê were mala we. Diyarcan, min mereq kir; xwazgînî kî ne, ji çi kesî ne?

Xêr bûd! Wextêg êware hat ira mall iwîşime pê, tager êware bad ira mallidan, Diyar gyan kwinckawew bwîm, çi keseylêg hatinese xwazmenî, kûreyin?

Diya min dibêje xalanên min in, lê ez wan baş nas nakim!

Dalligim iwîşê le xalliwanim in, emanêg xas nyenasiman.

Ez vir de wê de nizanim, gunehê min stuyê malxweyên malê be ku wê ciwanikê neşewitînin. Baş bipirsin bê ka kî ye, exlaqê wî çawa ye? Heyfa Nazê ye!

Min serim nyewd, gwinam we mili gewray mallidan bû, ki ê ciwane nesizinîn. Xas bipirsin bizanin kî ye, exlaqê çwîn e? Naz heyf e.

Baş e, ez ê vê yekê ji dê û bavê xwe re bibêjim.

Baş e, iye we dallig û bawgim iwîşim.

C Kîjan xêr be bila Xwedê wê bîna pêşiya Nazê.

Her çê xeyr bû Xwida ewe barêdew rê Naz.

A Gelek sipas amojinê, bi xatirê te!

Fere sipas memûjin, binîşe xweş.

C Bi ser çavan, silavên min ji malbatê re bibêje!

We bani çew, le binemalle sillam biresin.

A Li ser çavan!

We bani çew!

 

 

Çavkanî: kovara zend, enstîtuya kurdî stenbol

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.