Rewşenbîr û çalakvan “Na ji serkutkirinê re, êdî bes e”

0
649

Rojikurd: Bi sedan rewşenbîr, çalakvan û siyasetmedarên Kurd dest bi kampîna (kampanya) bi navê “Na ji serkutkirinê re, êdî bes e” kirine. Li gor wan, ev kampîn li dijî girtina siyasetmedarên ku ji aliyê hêzên ewlekariyên yên ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têne girtin ve ye.

Li gorî nûçeya televîzyona K24, di kampîna “Na ji serkutkirinê re, êdî bes e” de ku îmzeya 2 hezar û 254 îmzeyên rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, çalakvan û kesayetiyên Kurd li ser e, tê de hatiye, kiryar û siyasetên PYDê yên ne berpirsyar û dûrî maf û yasayan li dijî çalakvan, siyasetmedar û rojnamevanan û welatiyan, kiryarên tepeserkirinê ne û di xizmeta dijminên Kurd de ne.

Wê kampînê amaje bi navê 37 çalakvan, endam û serkirdeyên ENKS û partiyên di ENKSê de kiriye, ku hîn heta niha di girtîgehên Rêvebeveriya Xweser de girtî ne.

Herwiha di kampînê de hatiye ku, girtin û binçavkirina endam û  serkirdeyên partiyên ku ne di bin ala “Netewa Demokratîk” de ne, karekî îstifzazî ye, dê demeke nêzîk de bibe sedema tevgereke gelêrî li dijî wan kiryaran, ku ti hêz nikare li pêş serhildana gelan raweste.

Kampînê banga gelê Kurd bi hemû rêxistinên wê yên civaka sivîl, partiyên siyasî, çalakvan û rojnamevanan kir, ku bi yek rêzê li dijî siyasetên zor û çewsandinê rawestin û bi hemû riyên aştiyane wek mangirtin, grev û xwepêşandanan van siyasetan red bikin.

Herwiha kampînê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku, bi erkê li hemberî gelê Kurd rabe û di çarçova yasayên navdewletî û rêkeftin û hevpeymanên mafê mirovan fişarê bike.

Di dawiyê de wan daxwaz ji PYDê hatiye kirin ku, çarenivîsa hemû kesên girtî û revandî aşkere bike û bê merc hemûyan ji zîndan û girtîgehên xwe azad bike.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.