Rêzbenda herî nû ya girtiyên di girtîgeha “Recayî Şehr”ê de hate belavkirin

0
738

Rojikurd: Li gorî nûçeya gehiştî destê Ajansa Kurdpa yê, di nava vê rêzbendê de, navê çend kes ji çalakvanên Kurd xûya dike ku bi sedema çalakiyên siyasî û daxwaza mafên xwe yên rewa û despêkî, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê û Dezgeha Îtila’atê ve hatine binçavkirin û niha di benda 4 ya Salona 12 ya wî girtîgehî de, hatine sekinandin.

Xalîd Fereydûnî, Zanyar Moradî, Omer Feqîbûr, Loqman Moradî, Mohemmed Nezerî û Hoşeng Rizayî, navê wan çalakane ku di girtîgeha Recayî Şehrê de binçav in.

Hewceyî basê ye ku Komara Îslamî ya Îranê her di despêka hatineserkar a xwe, bi hemû awayekî çalakên siyasî yên Kurd destbiser dike û cezayên dirêjmideh biser wan de disepîne.

serçawe : Kurdpa

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.