Balyozxana Îranê merasima serexweşiyê ji bo du qurbaniyê teqîna Iraqê li dardixe

0
614

Baliyozxaneya Îranê li Iraqê merasimeke serxweşiyê ji bo qurbaniyên du teqîna Iraqê li dardixe.

Li gor daxuyaniyekî balyozxana Îranê li Bexdayê ku ji aliyê medyayên Iraqî ve hatiye belavkirin: “rêxistina DAIŞê bi pêkanîna herdû teqînên bajraê Babil û Samerayê nîşan dane, ku di çêkirina nakokoiyan di navber misilmanan ranawestin.”

Di daxuyaniyê de amaje hatiye kirin ku Iraqî bi yekgirtî dikarin serketinên zêdetir bi destxin li dijî komên terorîst û ew kesên ku piştevaniya terorê dikin.

Li gor daxuyaniyê baliyozxaneya Îranê demjimêr 15:00 heta 17:00 roja 01.12.2016 li mizgefta Elziwiye di navçeya Kerade ya Bexdayê de, merasima serexweşiyê ji bo qurbaniyên herdû teqînan dê vere li darxistin.

Roja 06.11.2016 de teqînek di geraca veguhestina geştyaran li bajarokê Samerayê pêkhat û bû sedema kuştina hejmarek ji kesên ku bo merasima çileya Îmam Hûsênî hatibûn ku  beşek ji wan Îranî bûn.

Herwaha roja 24.11.2016 de wesayêtek bombekirî li rojhilata bajarê Babilê de teqya û bû sedema kuştina 80 kesan û birîndarbûna 24 kesên din.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.