Erbistan dibêje bi hatina Xûmêynî terorîzmê serî rakir.

0
719

wezîrê Derê yê Erbistanê li welatê Japoniyayê di konferansekê de got ku,dewleta Xûmêynî Terorîzmê perwerde dike . Li gorî raporên belavbûyî, Adil El-Cubeyr di konfiransa xwe de ragehand ku, terorîzmê digel rejîma Xûmeynî ser hilda , bi eşkere derdikeve ku, piştî hatineserkar a Xûmeynî, dezgehê terorîstî li dinê ji aliyê Iranê we tête bi rêkirin .

Navbirî di beşek din a gortinê xwe de tekez kir ku berî hatina Xûmeynî,  teror ,di herêmê de nebû, û rejîma Îranê Yekemîn rêkxistina terorîstî ya binavê “Hizbullah”ê li Rojhilata Navîn ava kir.

Adil El-Cubeyr got, “Osame Bênladen” ê terorîst, digel rejîma Îslamî ya Îranê û Hizbullahê hevkarî kiriye û piştre di roja 11’ê Sebtembere de, reberên mezin yên El-Qa’îdê û yek ji wan “Bênladen”, ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye veşartin û piştevanîkirin.

Di vê derheqê de Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê di rapora xwe ya salane de, di derbarê terorîzma navdewletî de ragehand ku, rejîma Îslamî ya Îranê weke salên berê, bi tewahî piştevaniyê dide hemû girûp û rêkxistinên terorîstî li seranserî cîhanê û tenanet pêgeha xwe li Afrîqayê jî, bihêz kiriye.

.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.