Yekîtiya Ewropa: Pêvajoya endamtiya Tirkiye bila bidome

0
728

Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê di civîna nefermî ya gotubêjkirina rewşa endamtiya Tirkiyê de biryara berdewamiya gotûbêjan girtin. Wezîran dan xuyakirin, tenê bi vê rê dê bikaribin bandor li Tirkiyê bikin.

Her wiha di civînê de, parastina Yekîtiya Ewropa, şerê Sûriyê, Iraq, Yemen û Lîbyayê jî hatin gotûbêjkirin. Nûnera Siyaseta Ewlekarî û Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîka Mogherînî da xuyakirin, ji pêşveçûnên Tirkiyê metirsîdar in, lê hevdîtinên wan bi rayedarên Tirkiye û partiyên dijbere re berdewam dikin.

ji bilî Wezîrê Derve yê Avusturyayê ti welatekê daxwaza rawestandina pêwendiyan nekiriye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.