Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Patrîkê Dêra Rojhilat a Asûriyan li cîhanê û Iraqê, Gorgis Silevi û Endamên Encûmena Sînhadûsî pîrozî dêra rojhilatê asûrî li Selahedînê civiyan.
Li gor daxuyaniya serokatiya Herêma Kurdistanê, tê gotin ku iro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Patrîkê Dêra Rojhilata Asûriyan li cîhanê û Iraqê, Gorgis Silevi û Endamên Encûmena Sînhadûsî pîrozî dêra rojhilatê asûrî li Selahedînê civiyan.
Mesûd Barzanî piştî behs û gotûbêjan ser operasyona azadkirina Mûsilê û serkeftinên Pêşmerge û pêşhateyên paş vê operasyonê ji şanda mesîhiyan ragihandiye ku vegerandina penaberan ji bo navçeyên Nînowa û avadankirina navçê pêwîstiya xwe bi hewlên navnetewî ye.
Patrîk Gorgis Silevi di civînê de spasiya Mesûd Barzanî kir ji bo parastina pêkhateyên deşta Nînowa û bi taybet jî mesîhiyan kir û got ku ”Peyam û siyaseta Barzanî ji bo mesîhiyên Iraqê û Kurdistanê peyamek hêvîbexşe.”
Patrîkê dêra rojhilat a asûrî ragihand ku siyaset û peyamên serokê Herêma Kurdistanê ji bo mesîhiyên Kurdistan û Iraqê cîhê hêvîdariyê ne.
Herwiha Patrîk û şanda li gel de amaje bi şerê hêzên Pêşmerge kir û pîrozbahiya serkeftinên wan li dijî DAIŞ’ê kir.