Qasim Silêmanî û Bayik li Silêmanî hev dîtin

0
917

Çavkaniyeke agahdar ya leşkerî li Silêmaniyê ji rojnameya Bas re ragihand, Qasim Silêmanî di serdana xwe ya dawiyê de li Silêmaniyê li gel Cemîl Bayik hevdîtinek pêkanî û bi fermî daxwaz jê kir ku gerîllayên PKKê li Şingalê ve beşdarî girtina Mûsilê bibin û li hember vê yekê jî Îran wê piştevaniya çek û pereyekî zêde ji bo wan bike.

Heman çavkaniyê diyar kir, Qasim Silêmanî li hember vê yekê soza alîkariya temamî daye Cemîl Bayik û PKKê û gotiye li gor wan pêwîste PKK li gel Îranê ye û çi were xwestin wê bike.

Li gor zanyariyên heman çavkaniyê ew hevdîtina Qasim Silêmanî li gel Cemîl Bayik, piştî çend aliyên hikûmeta Iraqê hin aliyan ve alîkar bûne ji PKKê re, herwaha binkeyên leşkerî li Bexda û çend navçeyeke din ên Iraqê vekirin, ew jî bi armanca li herêmê milmilaneya Îran –Iraq a li hember Tirkiyê û PKK wek kerteke zextê bikar anînê dikare bê nirxandin.

Ji aliyê din ve endamê konseya rêveber ê KCKê Diyar Xerîb ji çapemeniya nêzîk PKKê re ragehandiye, nêzîk du hezar şervan bo şerê Mûsilê amade kirine, ji bo vê armancê jî daxwaz ji hêzên hevpeyman û yên Iraqê kirine ku dixwazin beşdarî şerê Mûsilê bibin û rolekî çalak bigrin ser xwe. Diyar Xerîb got: ‘’Eger ew hêzên Tirkiyê yên li Başîkê û herêma Kurdistanê neyên vekişandin, dibeş şerekî tayfeyî û herêmî jî derkeve.’’

Herwaha parlamenterê PDKê li Bexdayê Şaxewan Ebdula ji rojnameya Bas re ragehand, li gor rêkeftina hevpeymanan, eger PKK li Şingalê bê xwar wê li wan bê dayîn û got: ‘’Ew biryar tenê bo PKKê nîne, ji bo çend hêzên nav Heşdî Şeibî jî ew biryar heye.’’

Herwaha got Îran, PKK û Heşdî şeibî yek eniyê de ne, li Iraqê destverdanên Îranê aşkera ne û got: ‘’Çend rojên borî de şêwîrmendên Îranê bi 20 wesayîtên leşkerî ve hatine eniyên şer û serdana rêveberên Heşdî şeibî kirine.’’

Şaxewan Ebdula got: ‘’Ev aşkeraye ku Îran, PKKê ji bo dijatiya Tirkiyê bikar tîne, belgeyên temam jî hene ku PKK pare û mûçe li Heşdî Şeibî verdigre û dayîna wî pareyî jî bo bikaranîna armancên xwe hatî diyar kirî ye. ‘’

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.