Roji kurd: li gor BasNûçe Tê gotin ku ji ber rewşa metirsîdar ya bajarê Hesekê ya Rojava gel bajêr diterkînin û hejmara kurdên li bajêr jî rojbiroj kêm dibe.
Li gorî agahiyên berdest hejmara kurdan li Hesekê gelekî kêm bûye ku heta niha ti caran ew qasî kêm ne bûbû.
Tevî ku li Hesekê şer bi dawî bûye û di navbera hikûmeta Suriyê û Rêveberiya Xweser de agirbest çêbûye, hîn jî koçberiya kurdan berdewam e.
Gelê herêmê dibêjin, derdora 50% ji malbatên kurd ji Hesekê koçber bûne.