Rûsyayê bertek nîşanî operasyonê da

0
808

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ji derbasbûana Artêşa Tirkiyê bon av axa Sûriyê dilgiran in. Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Berî her tiştî, rîska ku rewş li herêma pevçûnê ne aramtir bibe, dilgiraniyê çêdike. Ji ber wê jî dibe ku sivîl bimirin û dibe ku nakokiyên etnîkî yên navbera kurd û ereban dijwartir bibin.” Di dirêjiya daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em bawer in ku kirîza Sûriyê tenê di qada hiqûqa navdewletî de û kurd jî di nav de, dê bi avakirina diyaloga navbera aliyên Sûrî çareser bibe.” Ajansa Interfax a Rûsya jî ji zarê çavkaniyê Wezareta Derve ya Rûsya ragihand, Moskow ji Enqerê daxwaz kiriye, ku bo çalakiyên xwe yên li Cerablusê bi rêveberiya Şamê re hevrêziyê bike. Artêşa Tirkiyê îro bi navê “Mertlê Firatê” operasyon bo girtina Cerablûsê destpê kir û derbasî nav axa Rojava bû. – See more at: http://basnuce.com/ku/news/20224/rsyaye-bertek-nisani-operasyone-da#sthash.LRI0aP53.dpuf

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.