Kempeynên Terkkirina Madeyên Hişber Bûne Binkeyek Bo Pêşxistina Fesadê Exlaqî

0
887

Nûçegihaniya Fars li ser zimanê yek ji wan kesan ku ji bo terkkirina bikaranîna madeyên sirker serdana wan kempeynan kiribû, eşkere kir ku berpirsên kempeynên han yasa binpê dikin û ji her kesek tûşbûyî bi madeyên sirker bi qasî 400 hezar tûmenan perer distînin.
Navbirî herwiha eşkere kir ku metirsiya vê hindê heye ku ew kesên ku bo terkkirina madeyên sirker serdana kempeynên han dikin tûşî madeyên sirker ên curên din bin.
Li gor rêkevtina navbera saziya Bihzîstî û Cemiyetê Tewelud li sala 1385-an kempeynên han bi awayek yasayî ava bûne û kesek dikin berpirsê van kempeynan ku bo heyamê 5 salan dest ji bikaranîna madeyên sirker berdabe.
Li gor serjimêriyên fermî yên Komara Îslamî ya Îran 250 kempeyn bo terka madeyên sirker li Îranê de hene.
Herwiha li gor serjimêriyên Saziyên Hikûmetî û Navnetewî 4 milyûn kesên tûşbûyî bi madeyên hişber li Îranê de hene.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.