Hikumeta Swêdê li ser pêşniyara xwe ya berê ye

0
1432

Rayedarên hikumeta Swêdê sîstema alîkariyan a ji bo sêwî û ciwanan taloq kirin. Lê ev taloqkirin wê nebe guhertin û kêmkirina alîkariyan.

Wezîra aboriyê Magdalena Andersson îro bi çapemeniyekê diyar kir ku kontrolkirina xerca zarokên ku bi tena serê xwe hatine Swêdê zehmet bûye. Ji loma ev sîstem rê li pêşiya kar û barên şaredariyan vedike û ji bo birêvebirinê jî baştir e.

Wezîra bazara karî Ylva Johansson jî ragihand ku bi sîstema nû dikarin pêşiyan şîrketên ku xwedî kampên taybet in, bigrin.

Li aliyekî din rêvebirên şaredariyên Swêdê vê helwesta hikumetê rexne dikin û dibêjin; ev yek ji niha ve zirarên mezin li şaredariyan xistiye.

Lê hikumet ji bo guhertina sîstema şaredariyan 40 milyon kron ji şaredariyan re veqetandiye.

Hikumet li ser pêşniyara xwe ya berê ye û dibêje bila di her şev û rojekê de 1350 kron ji bo zarokên jêr 18 salî re were dayîn. Lê îro her zarokek ji bo şev û rojek 1900 kron ji şaredariyan digre.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here