Xwîna Kurdan helal e!

0
114

Dara Natiq

40 sal berî niha, di 28-ê Gelawêja sala 1358-an a Rojî de (1979-an de), Xomeynî rêberê
rejîma taze bi deshilat gehiştî ya Îslamî a Îranê, li hember daxwazên berheq yên bizava
rizgarîxwaz a xelkê Rojhilata Kurdistanê, fetwaya cîhadê derxist û komelkujiyek berfireh li dijî
xelkê Kurdistanê bi rê ve bir.
Xomeynî ku çend mehek bû bi deshilat giheştibû û destkevtên şoreşa gelên azadîxwaz yên
Îranê bi talan biribûn, bersiva daxwaza mafên rewa yên netewa Kurd ku birîtî bûn ji azadî,
dêmokrasî û mafê xwebirêvebirin li Rojhilata Kurdistanê, bi êrîşa serbazî û komkujiyê da.
Ji aliyekî ve erteş û spaha terorîst bi êrîşkirina li ser Kurdistanê û herwisan Sadiq Xelxalî,
weke hakimê şer`î şande Kurdistanê û bi derkirina fermana cîhad bi dijî xelkê Kurdistanê, tev
xelkê Kurd bi kafir nav bir û kuştin û qetil kirina Kurdan bi helal nav bir, û dest bi cinayet û
komkujiya Kurdan kirin.
Çend heyv piştî herifîna rejîma paşayetî û di demekî de ku Kurdistan weke dûrgehek aram û
seqamgîr dihate bi nav kirin, li Tehrana paytextê Îranê û bi awayekî pilandarêtî ji aliyê
Xomeynî û rejîma wî ve, li pişt mêhrabên mizgevtan û tirîbûnên cur bi cur ve, li dijî tevgera
rizgarîxwaz a Kurd û xelkê Kurdistanê bi giştî, gotar dihatin dayîn û bi eşkere bo kuştin û ji
nav birina neteweya Kurd bangewaza cîhadê dihat dayîn.
Xomeyniyê cellad û taze bi deshilat gehiştî, Kurd weke kafir û fasid bi nav dikirin û fetwaya
cîhadê li dijî wan derdixist û ji aliyekî din ve jî, rayedarên wê rejîmê bi handana hêzên
tepeserkar, rijandina xwîna xelkê Kurdistanê bi helal dizanin û biryara tune kirin û ji nav
birina neteweya Kurd derdikirin.
Di wî heyamî de hevdem tevî vê yekê ku jiyan û derbas kirina xalkê li Kurdistanê di bin
kontirola hêzên siyasî yên Kurdistanê û hêza pêşmerge de, roj bi roj ber bi pêşve diçû,
berevajî di Tehran û bajarê din yên Îranê, di bin siya bîr û hizrên kevneperestane yên komek
ji axûndên faşîst û olî de, jiyan û guzerana xelkê bi awayek bi lez ber bi paşve diçû.
Jin dihatıne kevirbaran kirin û çadirên reş li ber wan dikirin, taqim û girûpên tundajo bi navê
Hizbullahê azadiya xelkê ji wan distandin, dengên nerazîtî û dijberî kirinê dihatin fetisandin,
mafê kêmaniyên olî dihatin binpê kirin û ser û malê wan bi talan dibirin û dişevitandin, yên ku
weke wan nedifikirîn dihatin kuştin, pênûsên serbixwe dihatin şikandin û govar û rojname û
weşanên vê demê yek li dû yek dihatin daxistin.
Xomeynî û hevbîrên vî baş dizanîn ku raperîn di Kurdistanê de, bi şoreşa “Îslamî” a wan re
pir cuda ye, û rêyek cuda û rengek azad û demokratîk bi xwe ve girtiye û lewma ew yek li
gor bîr û hizrên wan yên pawanxwazî û faşîstî ve nedihate qebûl kirin, û bi tevahî li dijî vê
yekê sekinîn.
Armanca şoreşa Kurdistanê dabîn kirin û parastina azadî û pirinsîpên demokratîk û maf û
kerameta tev çîn û qatên civakê bû, bi bêy berçav girtina cudahiyên neteweyî û olî û regezî.
Azadî di Kurdistanê de nedihat sînordar kirin, rêya beşdarî kirin di jiyana siyasî û civakî de
bo jin û mêran vekirî bû. Xelk bi avayek serbest nûnerên xwe di şêvra gund û bajaran de
hildibijartin. Her kesayetî û hizb û rêkxirawek ku di Tehranê de azadiya tekoşînê jê dihat
qedexe kirin, yan sînordar kirin û dikete ber êrîşa dîktatoriya nû, û xezeba Xomeynî, berê
xwe dida Kurdistanê û bi awayek gerim pêşwazî jê dihate kirin û bi azadî tekoşîna xwe a
siyasî didomand û bi heq ji Kurdistanê re digotin çepera azadî û berxwedana Îranê.
Xelkê Kurdistanê vê demê jî her daxwazkarê sîstemek demokratîk û sekolar bûn ku li vir de,
rastiya çend netewebûn û çend mezhebî bûna civatgeha Îranê bihê selmandin. Zilm û
sitema siyasî û neteweyî li ser gelên bindest bihê rakirin, maf û azadiya gelên Îranê di
çarçoveya Îranek demokratîk de bi fermî bihê naskirin. Lê ew rewş û zirûfa siyasî û azad a
Kurdistanê bi bîr û hizrên berteng û baweriya paremayî û azadîkujiya hikûmeta îdeolojîk û
dîktator a Xomeynî re nateba bû. Lewma Kurdistan bibû çiqlê çavên kevneperestên hâkim
yên Tehranê.
Ew yeka bibû sedemê vê hindê ku rejîma îslamî tehemula pêşveçûn û cihgîr bûna azadiyê di
Kurdistanê de neke û Xumeynî di 19-ê Agusta sala 1979-an a Zayînî de, fermana cîhad li dijî
xelkê Kurdistanê ragehand. Hêzên tepeserkar yên rejîmê êrîşî ser Kurdistanê kirin û bi navê
îslamê qetla Kurdan helal kirin û komkujî di sertaserê Kurdistanê de bi rê ve birin û gund û
bajarên Kurdistanê kavil kirin.
Lê xelkê xweragir yê Kurdistanê û hêzên siyasî, ku çend heyv pêştir û bi awayekî
demokratîk û medeniyane bi pişikdarî nekirin li bi nav refrandoma xwe sepandina rejîma
Xomeynî de, bersiva “ne” dane rejîmê, biryar dan ku bo parêzgarî kirin ji wan deskevt û
bihayên ku bi dest xistibûn, di çarçoveya “berevaniya rewa û berheq” de, li hember hêzên
serkûtker yên rejîmê de bisekinin û berevaniyê ji maf û kerameta xelkê Kurdistanê bikin.
Piştî derbasbûna 40 sal bi ser deshilatdariya wê rejîma han a dijî gelî bi ser xelkê Îran û
Kurdistanê re, heya niha jî nav û bingeha Komara Îslamî, xolqêner û bîrhênerê teror, mirin,
zîndan, serkût û komkujiyê ye. Berhem û deskevtên wê nîzamê di çar dehikên derbasbûyî
de bo xelkê pêk hatine ji hejarî, birsîtî, gendelî, bêkarî, zêdetir bûna mesrefa madeyên
hişber, kêmavî, telaq, xwekuştin û dehan diyardeyên biyom yên siyasi, civakî û abûrî.
Serhildan û nerazîtiyên wan çend salên derbasbûyî di hundirê Îranê de, eyankerê bêzar
bûna xelkê ye ji wê rejîma han a dijî mirovî.
Niha ku Komara Îslamî a Îranê di asta navxweyî, herêmî û cîhanî de, hevrîşî dehan alozî û
qeyranên kûr û bingehîn bûye, civatgeha wî welatî cesûrtir û micidtir ji berê li hember vê
rejîmê sekinîne û bi merema gehîştin bi civakek azad û demokratîk, bi îradeyek qahîm û
şoreşvanî, ber bi paşerojek geş û yekgirtî xwe rêk dixin.
Ji hêjmara 115 a kovara Deng hatiye girtin.

Comments

comments

Bersiv bd: