Di raporta UNAMI de bîlançoya Xurmatû

0
1005
Heyeta UNAMI di navbera 7-14ê Berfenbarê de li bajarê Xurmatûyê lêkolînek kir û piştî lêkolînê raportek weşand. Di raportê de gelek bûyerên wekî ihlalên mafî, koçberî, talan û şewitandina avahiyan cih girtin.

Mîsyona Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî, raportek li ser piştî bûyerên 16ê Cotmehê lu Xurmatûyê weşand.Di raporta heyeta UNAMI ya piştî lêkolînên di navbera 7-14ê Berfenbarê de li bajarê Xurmatûyê kirin de gelek bûyerên wekî ihlalên mafî, koçberî, talan û şewitandina avahiyan cih girtin.

Li gorî raporta UNAMIyê, hezar û 440 malbat neçar man koçber bibin, li 2 taxên kurdan zêdetirî 40 avahi hatin hilweşandin100 dikan hatin talankirin û şewitandin, hinek bûyer bi zanebûn hatin kirin, bi şêweyekî cidî talan hat kirin û dibe rêjeya zirarê hê zêdetir be.

Herwiha mîsyon xebatên xwe yên lêkolînê li ser 2 bûyerên destdirêjiyê jî didomîne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.