Neteweyên Yekbûyî debarê pêdiviyên mirovî li Sûriyê raportek belavkir

0
1405

Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Hevahengiya Karûbarên Mirovî )OCHA)  raporteke hûrane belav kir, tê de pêdiviyên mirovî yên herî lezgîn li Sûriyê sala 2018an hatine destnîşankirin.

Di raporta 21ê Mijdarê de hatibû belavkirin ku 13.1 miliyon sûrî  pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî heye,  û 5.6 miliyon ji wan pêdiviyên mirovî yên lezgîn bi sedema milmilaniya li Sûriyê têne xawestin.

OCHA di raporta xwe ya dawî de got ku nêzî 2.98 miliyon kesayetên sûrî di cihên pir zehmete de dijîn, û pir zehmete alikariyên xwe werdigirin,  û 6 hezar û 500 penaber rojane têne derbederkirin.

Rarortê tekezî kir ku sivîl û bi taybetî zarokên Sûriyê divê werin parastin, û destnîşan kir ku 18%  ji hejmara  300 zarokên jêrî 15 salî di şerê Sûriyê de hatibûn beşdarkirin.

OCHA armanckirina navendên bingehîn rexne kir, û destnîşan kir ku 26 êrîş li ser dibistan, mamosta û xwedevanên Sûrî hatibûn kirin, di çarçûveya nîvê sala 2017an, û 107 êrîş li ser nexweşxane û navendên tendirustiyê hatibûn kirin.

Di dawiya raportê de tekezî li ser karekî rasteqîne hate kirin,  ji bo piştevaniya malbat û komelgehên xwecihî ku  karibin li hember zehmetiyên paşerojê rawestin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.