Wezîrê derve yê Siûdiyê, Adil el-Cubêr got: “Çareseriya sereke ya krîza Sûriyê cîbicîkirina lihevatineke sûrî tê de xwestekên miletê Sûriyê werin bicîkirin pêkanîn”.
Îro, Çarşemê di civîna opozisyona Sûriyê de li Riyadê hate ragihandin: “Ti çareserî ji krîza Sûriyê re tuneye bê ku hemû pêkhatên sûrî lihev bikin, û tê de xwestekên miletê Sûriyê li ser bingeha Kongireya Cinêv1 û biryara jimare 2254 werin cîbicîkirin.”
El-Cubêr tekezî kir ku civîna opozisyonê wê asteke nû ji çareseriya Sûriyê re veke, û destnîşan kir ku di siha lihevkirina navdewletî û alîkariya Siûdiyê de li aliyê miletê Sûriyê tê de çareseriyeke siyasî ji krîza Sûriyê re wê were kirin.