Li dêre Zorê welatiyên sivîl dibine qurbanî

0
1104

Rojikurd:Bi sedema şerê li dijî çekdarên DAIŞê welatiyên sivîl jî dibine qurbanî û ziyanên mezin digihêjine wan.

Di vê çarçoveyê de, DAIŞ welatiyên sivîl li bin dorpêçeke xurt weke girw û barimte hiştine. Hêzên Artêşa Sûrî ligel hêzên rûsî jî êrîşên heremekî û bêserûber dibine ser wan navçeyan ku sivîl tê de li bin destê çekdarên DAIŞê ne.

Di raporta Tora Sûrî ya Mafên Mirovan de hatiye ku Li navçeya Hewîcet Gatih û Taxa Rişdiye û Taxa Hewîqeyê, tirs li ser jiyana 750 welatiyên sivîl heye.

Ev navçe niha li bin dorpêça çekdarên DAIŞê ye. Li gorî zanyariyan jî dibe ku Artêşa Sûrî êrîşî ser wê deverê bike û wiha jiyana wan welatiyan dikeve ber metirsiyê.

Raportê eşkere kiriye ku pêwîst e Rûsya rê li ber binpêkirinên Hikûmeta Sûrî bigire û nehêle ku sivîl bêne kuştin.

Di vê raportê de herwiha hatiye ku pêwîst e Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDê alîkariya wan welatiyan bike ji bo ku ji Hewîcet Gatih derkevin ber bi gundê Huseyniyê ku di destê HSDê de ye.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.