Artêşa Tirkiyê li Efrînê darên zeytûnan hildikin û gefan li welatiyan dixwin

0
940
Hêzên Artêşa Tirkiyê, û bi sedema avakirina dîwarê sînorî di navbera Herêma Efrîn û Tirkiyê de li bakurê gundê Şingêlê, dest bi hilkirina darên zêytûn û behîvan kirin.
Jêderekê ji gundê Şingêlê ji RojavaNews re ragihand: ” Hêzên Artêşa Tirkiyê li gundê Şingêlê dest bi hilkirina darên zeytûnan kirin û ta vê demê biqasî 70 darên zêtûnan  û 50 ji darên behîvan hil kirine, bi sedema avakirina dîwarê sînorî di navbera Herêma Efrîn û Tirkiyê de û gef jî li welatiyan xwarin eger nêzîkî sînor bibin dê bibin armancên leşkerên Tirkiyê.”
Heman jêderê got: ” Welatiyên wî gundî nerzîbûna xwe li hember kiryarên artêşa Tirkiyê dane xuyanê, ku ti sedemên rawa nîn in li dijî jiyana xelkê rawestin.”
Hêjayî gotinê ye, ev ne cara yekê ye artêşa Tirkiyê bi van kiryarên hilkirinê radibe, ku ji berî demekê biqasî 2 hezar darên zeytûnan li gundê Qermîtliq yê ser bi navçeya Şiyê ji kokê de hilkiribûn.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.