Parlamenterê tevgera Goran li Bexdayê naveroka rêkeftina Bafil Talebanî û Heşda Şeibî eşkere kir

0
998

Rojikurd:Yekşema 16yê Cotmeha 2017an , Parlamenterê Tevgera Goran li Bexdayê, naveroka rêkeftina Peymana 9 xalên di navbera Bafil Talebanî û Heşda Şeibî de eşkere kir.
Rêkeftin ji 9 xalan pêk tê:
1- Vekirina balafirxaneya Silêmaniyê.
2-Hêzên iraqî bê şer vegerin navçeyên berî 2014an.
3- Herêmeke nû ji Silêmanî, Kerkûk û Helebce were avakirin, û hikûmetek ji bo wê were avakirin.
4– Navenda Kerkûkê bi awayekî hevbeş were birêvebirin.
15 tax ji bo Kurdan, 25 tax jî ji bo pêkhateyên din, ev ji bo 6 mehan dirêj dike.
5– Cihên stratejîk yên Kerkûkê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve werine birêvebirin, Kampa Keywan , balafirxane û bîrên petrolê dikevine  dest hikûmetê.
6– Dana Mûçeyên fermanberên sînorê Silêmanî û Kerkûkê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve.
7– Dana mûçeyên pêşmergeyên sînorê Silêmaniyê li gor lîsteya ku Bafil Talebanî amade dike.
8– Avakirina Herêma Silêmanî-Kerkûk-Helebce.

9– Avakirina hikûmetekê ji bo herêma nû.
Bafil Talebanî û Hadî Amirî ev peyman îmze kiriye, û sedema helwesta reş ta ku Kerkûk ji bo wê hate firoştin

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.