Barzanî û Masûm li civîna PDK û YNK amade bûne

0
954

Rojikurd: Serokê Herêma Kuridstanê Masûd Barzanî û serokomarê Iraqê li gel serkirdeyên Kurd li Dûkan civiyan

Bi amadebûna serokê Herêma Kuridstanê Mesûd Barzanî û Serokê Îraqê Fiwad Masûm, Îro Yekşemê, herdû polîtbîroyên Partiya Demokrat a Kurdistan PDKê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan YNKê, li Dûkanê civînek lidar xist.

Cîgirê Yekem yê YNK Kosret Resûl , berî ku civîn dest pê bike, ji Rûdawê re got: ” Di civîna îro de  wê gelek biryar werin ragihandin û pir  pirs hene wê  çareser bibin.”

Rawêjkarê serokê Iraqê Ebdullah Eleyawî  ji heman jêderê re  got: “Berî niha herdû polîtbîro li ser gengeşekirina dawîtirîn nûderan li hev civiyane, lê ev civîn wê ciyawaz be ji ber serokatiya herdû serokan ji civînê re. “

Eleyawî da xuyanê ku ev civîn ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan e, di nav bera Hewlêr û bBexdayê de.

Hin jêderan tekez kirin ku gef û êrîşên Heşda şabî û leşkerên Iraqê li ser Kerkûk û Xurmatû û deverine din ji Kurdistanê û çawaniya çareserkirina van gefan ji mijarên sereke be.

Di van rojên bihûrî de ,hikûmeta Iraqê hêzên xwe dane hev li deverên Kurdistanî yên derveyî rêvebiriya Herêma Kurdistanê ,û di nav wan de bajarê Kerkûkê (Dilê Kurdistanê) .

Hêzên Kurdistanê jî di amadebaşiyê de ne û amadebûna xwe ji bo rûbirûbûna her gefekê tekez kirine.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.