Mam Celal bi merasimeka dewletî hat pêşewazîkirin û oxirkirin!

0
938
Li Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê ji bo Sekreterê Giştî yê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî merasîmek taybet hat sazkirin.

Cenazê Mam Celal Talabanî li Almanyayê bi firokekê taybet bi ala Kurdistanê hatibû pêçandin anîn Silîmaniyê. Li Firokxaneya Silêmaniyê bi 21 top teqandinê hat pêşewazîkirin; di merasîmê de sirûda Ey Raqîb û sirûda nîştîmanî ya Iraqê hat xwendin.

Paşî Serokomarê Iraqê û hevrêyê Mam Celal, Fûad Mehsûm yekemîn qewzagulan danî pêş tabûta Mam Celal. Duyemîn qewze gul jî ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve hate danîn.

Di merasîmê de Balyozê NY li Iraqê Jan Kubîs, Balyozê Amerîkayê li Iraqê Duglas Siliman, Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Nûnerê Taybetî yê Şahê Urdunê, Serokê Meclîsa Iraqê, nûnerê serokwezîrê Iraqê, Balyozê Îtalyayê li Iraqê û herwiha hejmareke zêde yê nûnerên welatan jî amade bûn û tacegul danîn. Herweha Hevseroka HDPê Serpil Kemalbay û Berdevkê HDPê Osman Baydemir jî gevdek gul danin ber meytê Mam Celal. Nûnerê Tirkiyê bêşdarî merasimê nebû.

Piştî rêwresmê termê Mam Celal li Mizgefta Mezin a Silêmaniyê were şûştin li Dabaşana Silêmaniyê were veşartin. Sibê jî li gelek bajarên Kurdistanê ji bo Mam Celal şîn bihên danîn.

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.