Dewleta Tirkiyê êdî êrîşê qebir û peykera dike

0
886
Belediya Diyarbekir tabeleya parka Mehmet Uzun û peykerê bîrdariya wî ya li parkê rakiriye

Êrîşkirina devletê li ser peyker, qebr û bîrdariyên nivîskar û navdarên Kurdan dom dike û wisa diyar e ji xwe re kirine karekî bi sîstem.

Li ser emrê Belediya Bajarê Nuh (Yenîşehir) a Diyarbakir ku karmendekî dewletê rêvedibe, tabeleya li ser parka bi navê Mehmet Uzun lê hatiye danîn, rakiriye, peykerê ku pirtûkekî tîmsal dike û li serê çend rêzên ji helbesta ”Hilbe Agirî” heye, tîpên elfabeya Kurdî lê ne û navê Mehmet Uzun nivisandiye, rakirine.

Ev ne erîşa yekem a li ser qebr û peyker û bîrdariyên nivîskar û navdarên Kurdan e. Di vê sala dawîn de destdirêjayiyên bi vî rengî li peykerê Ahmedê Xanî, bîrdariyên qebra Feqiyê Teyra û Dr. Saît Çurukkaya jî hatibû kirin

This slideshow requires JavaScript.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.