Kataloniya…Rêfrandoma serxwebûnê di heyamekî aloziyê de bi serket

0
1115

Doh li Kataloniya rêfrandoma serxwebûnê pişti 11 demjimêran, û di bin gelek alozî û pirsgirêk di vavbera hêzên Polîsên Îspanî û miltê Kataloniyê de bi serket û bi dawî hat.

Li got ragihandinan ku dema miletê wê herêmê dengê xwe didan bi coşek mezin lê dem bi dawî hat û berpisên herêmê dem dirêj nekirin û xelkê nikanî dengê xwe bidane ji ber proseya dengdanê bi dawî hat û ji ber biryara berpirsên  herêmî ya Kataloniya ku muhleta dengdanê nayê zêdekirin û ew pirose hat bi dawîkirin.

 Tê zanên,ku proseya dengdanê li Kataloniya yê nehat qebûlkirin li gor gotebêjê  Hikûmeta navendî ya Îspanî û ragihand ku encamdana proseya dengdanê ne yasayî ye û li dijî rêfrandomê derket.

Hikûmeta Navendî  ji bo riyê li  ber rêfrandomê bigre , polîsên xwe zêdekirin û şandin  herêma Kataloniyayê û ji ber astengiyan ji xelkê re çêkin û rêfrandomê  bi aramî nebin

Li gorî ragihandinan, di proseya dengdanê de polîsên Ispanî alozî û tundûtîjî bi karanî û di encamê de 900 kes hatin brîndarkirin.

Herwiha Dadgeha Bilinda Destûrî ya Ispanyayê jî pêştir ragihandibû ku rêrandoma Kataloniyayê nedestûrî û nerewa ye û ji aliyê yasayê ve ew rêfrandom  red kiribû.

Hêjayî gotinê ye,  miletê Katalonyayê proseya rêfrandomê bi dawî anî û bi qaserî 90% ji sedî ji dengan belê bû, tevî ku alozî û tundûtîjiyên  ji aliyê polîsên îspanî ve hatbikaranîn.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.