Tanka leşkerî jinêka Kurd pelixand!

0
902
Herçiqas dewlet van bûyeran wek ‘Qeza’ nîşan dide jî lê ev ne bûyarên ku dişibin qezeyan.

Li bakurê Kurdistanê li navçeya Licê ya Dîyarbekirê tanka leşkerên Tirk li pîrejineka Kurd bi navê Pakîze Hazar qelibî û bû sebeba mirina wê. Cenazeyê wê demek dirêj li kuçeyê ma û piştre ji  bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Licê.

Hat ragahandin ku dozger di derheqê bûyerê de lêgerîn bike.

Bûyerên weha li Kurdistanê ne cara yekem e diqewimin. Di 27ê Nîsana 2016ê de jî li navçeya Amedê ya Yenîşehrê dîsa tank jinêkê Hatun Elhuman peilxandibû û bibû sebeba mirina wê û dîyarbekirî nerîzabûna xwe li hember leşkeran nîşan dabû.

Herî dawî di 4ê Gulana 2017ê de  li navçeya Silopiya ya Şirnexê tanka polîsan ketibû malekî û du zarokên birayên hev ên bi navê Furkan û Muhammed Yildirin hatibûn qetilkirin.

Herçiqas dewlet van bûyeran wek ‘Qeza’ nîşan dide jî lê ev ne bûyarên ku dişibin qezeyan.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.