Rojavayê Kurdistanê:Helebestvan Ferhad Içmo koça dawî kir

0
1280

Helbestvanê navdar “Ferhad Içmo” Duh êvarî li Rojavayê Kurdistanê, koça xwe ya dawî kir, piştî ku azariyeke mezin bi nexweşiyê re.

Nûçeya koça dawî ya helbestvanê mirov Ferhad Içmo li ser malperên pêwendiyên civakî belav bû, û heval û dostên wî xemgîniya xwe, ji ber çûna Içmo ragihandin.

Helbestvanê Ferhadê Içmo di sala 1960 î de li bajarê Qamişlo hatiye dinyayê.

 Li dibistanên bajarê Qamişlo xwendina xwe bi dûmahî aniye. Di sala 1984 an de bawernameya Bakaloryos di endazyariya şaristaniyê de ji zankoya Helebê wergirtiye. Berî helbestê dil ketiye mûzîkê û di sala 1970 de dest bi lêdana tembûr û gîtar û cumbiþê kiriye, lê di 29.07.1978 an de helbesta xwe ya pêşî bi navê Ey Zeman daniye. Di piraniyên kovar û rojnameyên kurdî de helbestên xwe weşandine û nêzîka çil helbestên wî bi dengê Mihemed Şêxo, Beha Şêxo Adil Hiznî, Selahê Osê, Ismaîl Cuma, Gulistana Sobarî û Şeyda bûne sitiran.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.