Tarîxa referandum û hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû

0
1216

Piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi aliyên siyasî re civiya, biryar hat dayîn ku referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê meha 9an a îsal bê lidarxistin.

Herwiha biryar hat dayîn ku hilbijartinên parlemenetoyê û ya serokatiya Herêma Kurdistanê jî di 6.11.2017an da pêk were.

Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya îro di derbarê referandûmê de civiya bû.

3 LIJNE BO REFERANDÛMÊ TÊN DAMEZIRANDIN

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, biyrar e ku sê lijne dê ji bo referandûm di bin serokatiya Barzanî de bên damezirandin. Lijneya yekem dê serdana welatên erebî bike daku mijara referandûmê gotûbêj bike, lijneya duyem dê serdana welatên herêmî bike û lijneya dawî jî dê serdana Bexdayê bike daku referandûmê nîqaş bikin.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.