Ezîz Mihemed koça dawî kir

0
828
Serokê PAKê Ozçelik: Bi tecrube, zanîn û dûrbînîya xwe ve ew rêbrekî hêja bû û qeybekê mezin e ji bo doza azadîya Kurdistanê.”

Sekreterê berê yê Partiya Komunist a Iraqê û Partiya Komunist a Kurdistanê Ezîz Mihemed îro(31. 05 2017) li Hewlêrê di temenê 93 saliyê de koça dawî kir. Ew ê 1ê Hezîranê li Hewlerê bihê veşartin.

Ezîz Mihemed 1ê Tîrmeha sala 1924ê li Bêrkot ya li ser sînorê Iraq û Tirkiyê ji dayik bûye. Di destpêka salên 1940î de hatiye Hewlêrê û beşdarî nav rêzên Partiya Hîwa bûye.

Mihemed di sala 1946ê de çûye nav Partiya Komûnîst a Iraqê. Di sala 1948ê de ji aliyê desthilata wê demê ya Iraqê ve hatiye girtin û heta şoreşa 14ê Tîrmeha 1958ê di zîndanê de maye.

Ezîz Mihemed di sala 1964ê de weke Sekreterê Partiya Komûnîst a Iraqê hatiye hilbijartin û heta sala 1993ê serokatiya vê partiyê kiriye. Di sala 1993an de Partiya Komunist a Kurdistanê damezrand û beşdarî kabîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye.

Ezîz Mihemed yek ji wan kesan e, ku Xelata Lenîn wergirtiye. Herwiha di sala 2007ê de Rûsyayê Madalyaya Stêrka Geş a Parzemîna Asya û Efrîqayê daye Mihemed. Bi vî awayî, piştî Nelson Mandela duyemîn kes e, ku ev madalya wergirtiye.

Herwiha roja 10ê Hezîrana 2016ê, li Pîrmamê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Madalyaya Barzaniyê Nemir da Ezîz Mihemed.

 

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.