Osman Baydemîr tê desteserkirin

0
942

Berdevkê HDP Osman Baydemîr, bang li Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa kir ku, hember bêdadiya Tirkiyê bêdeng nemînin û helwesta xwe diyar bikin.

Baydemîr piştî biryara girtina wî daxuyanî da çapemenî û got: “Bo biryareke desteserkirinê hebe, divê kesek ku bireve hebe. Wek hûn dibînin li parlamentoyê me, Berdevkê Partiya xwe me û li ser navê hevserokên xwe û 6 mîlyon dengdêran siyasetê dikim.”

Baydemîr got: “Helwesta hevserok û parlamenterên me ku bi derbeya 4’ê Mijdarê hatine girtin çi be, hewesta Osman Baydemîr jî ev e. Me ala ji gelê xwe girt. Emê bi rûmetê bilind bikin.”

Baydemîr amaje bi dadgeh û darizandinê kir ku Ew ne dijî darazê ne û ji dadgehê narevin, herwiha ew dadê dixwazin.

bang li Dadgeha Destûrê û Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa kir ku  û got: “Tenê Dadgeha Destûrê maye ku pêşiya vê bigre. Dadgeha Mafê Mirovanya Ewropa jî divê demek zûtir bide xuyakirin ku rakirina parêzbendiyan dijî peymana mafên mirovan e. Heta ku ew nebin, wek îro jî hun dibînin, dê bêmafperwerî, bê dadî bê meşandin.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.