Ji aliyê grubê tundrewê Sûri ve gundên Efrînê hate bombarankirin

0
874

Ji aliyê grubê tundrew yê îslamî ve 2 gundê Efrînê hate bombarankirin.

Şevê din 2017/05/29  grubê tundrewê İslamî  li Efrînê gundê İska yê bi şer Şêrava da ber topan. Hat zanîn ku kêmayî 10 gulê tope hawanê bi navenda gund ketine.

Li gorî çavkaniyên herêmî di êrîşa şevê din de,  dû gundê navçeya Şêrava yê bi nave İska û Başimrê hatine ermanc kirin. Herweha bi çekên gran yê wek tope havanê û otomatîkî bi ser xelkê sivîl yê gund êrîş hatiye berdewam kirin.

Di encama êrîşê de gelek ziyanên maddî rudanê lê tû zerarê canî nehatine jiyankirin.

Di vê mehê de ew care duyeme ku êrîş dibin ser gundêwarê Efrînê.  Berî niha jî li gundê Efrînê Başimrê binkeyê PYDê hatibû ermanckirin.

Ew rêxistina ku êrîş birin ser gundewarê  Efrînê ji aliyê çend rêxistinê leşkerî ve hatiye damezrandin ku di nav wan de; Fetih Al Şam, Nur El din zankî, Ensar jî heye. Her weha Şêx Haşîm bi nave din Ebu Jaber ji wê rêxistinê re fermandirî dike, ku fermandarê berê yê Ehrar el Şam bû.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.