Îran bi niyaze hêz bişîne Sûriyê

0
1688

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, eger li gel Rûsya û Tirkiyê rêkevtinek were kirin, ew amade ne ji bo çavdêriya agirbesta Sûriyê, hêzên xwe bişînin wî welatî.

Behram Qasimî di konferanseke rojnamevaniyê de diyar kir, ku her sê welatên Îran, Rûsya û Tirkiye ku çavdêriya agirbesta Sûriyê dikin, dikarin hêzên xwe bişînin herêmên bêpevêçûn ên Sûriyê.

Qasimî di derbarê vê mijarê de wiha got:

“Di çarçoveya pêvajoya Astanayê de hevdîtinên di navbera Îran,Tirkiye û Rûsyayê de berdewam in. Eger hewldanên her sê welatan encamek derxe holê, ji her sê welatan ji bo serperiştiyê hêz dê werin şandin. Îran jî amade ye ku li ser vê mijarê çi bikeve aliyê wê, pêk bîne.”

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.