Rêveberê ewlehiya serbazî ya Amerîka: Dewleta Kurdî tenê mesela wexte

0
1073

Îro, Sêşemê 23.05.2017 Rêveberê istixbaratên serbazî yê Amerîkî Fansite Stewart ragehand ku, serxwebûn û ragehandina dewleta Kurdistanê tenê meseleya wexte, berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê jî ragehandine ku, li peyîza îsal referandom tê encamdan.

Daxuyaniya berpirsê Amerekî di demekê de tê ku, şandekî Herêma Kurdistanê bi serokatiya Rawêjkarê Encûmena Asayîşa Herêmê Mesrûr Barzanî derbarê  pirsên siyasî, ewlehî û pirsa referandomê serdana Amerîkayê dike.

Daxuyaniya Rêveberê istixbaratên serbazî yê Amerîkî Fansite Stewart bi awayeke bilez li hemû medyaya wî welatî belabû û got ku, serxwebûna Kurdistanê meseleya deme û wê were ragehandin.

Li gor daxuyaniyên berpirsên Herêma Kurdistanê encamdana referandomê dawiya vê sale 2017e tê encamdan.

Rêxistina Sambil ya Geşepêdana siyaî bo Ciwanan rapirsiyek pêkanîbû û li gor wê rapirsiyê 74% xelkê Herêma Kurdistanê li gel serxwebûnê ne.

Comments

comments

LEAVE A REPLY

Please enter your comment!
Please enter your name here

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.